Li rojavayê Lîbyayê şer dijwar e

kurdistani 11:14 AM - 2020-05-18
Li rojavayê Lîbyayê şer dijwar e

Li rojavayê Lîbyayê şer dijwar e

Li derdora baregeha El-Wetiyê ya leşkerî ku artêşa nîştimanî ya Lîbyayê lê serwer e, şerekî dijwar rû da,di encamê de zirarên mezin gihîşt çeteyên girêdayî dewleta Tirk û firokeyeke keşfê yên dewleta Tirk li asmanê herêmê hate xistin.

Piştî şerê dijwar di navbera hêzên hikumeta Wîfaq û hêzên artêşa Lîbyayê de, çeteyên ji Sûriyê ji herêma Eqrebiyê ku nuqteya wan a êrişan bû, hatin derxistin.

Di hewldana derbasbûna çeteyan ber bi baregeha El-Wetiyê ve artêşa Lîbyayê firokeyeke keşfê a Tirkiyê li nêzî paytexta Terablusê xiste xwarê û hin çete dîl girtin.

Baregeha El-Wetiyê (li rojavayê Lîbyayê) ji aliyê leşkerî ve cihê wê yê  stratejîk girîng e û 140 km dûrî Terablusê ye û nêzî 30 km dûrî sînorê Tunisê ye.

Baregeh di salên 1940’î yên sedsala borî de bi navbeynkariya hêzên Amerîkayê bi rûbera 40 km hatibû avakirin.

PUKmedia/Ajansan

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket