Endamê Desteya Kar di politburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Derbaz Kosret Resûl serdana navçeya Balkeyetî kir,digel berpirsê ofîsa şehîdan û endamê boruya siyasî Burhan Seîd Sofî û çend kesên din gorzeke gul deyna ser gorê şehîd Hesen Kowêstanî.Di sereteya serdanê de Derbaz serdana navenda 6 Soran kir ji hêla berpirsê navendê Zobêr Osman ve hatibû pêşwazî kirin,piştra şandê li gel Osman serdana mezara şehîdê serkirde Hesem Kowêstanî kir û li ser rola şehîd axifî û tekez kir ku wê li rêya şehîdan bimeşin û li hember xwîna wan wefedar bin.Amaje bi wê yekê jî kir ku Yekîtiya Niştimanî dîndarî Balkayetî ye û divê xizmetguzeriyê baş ji welatiyên wir re peyda bikin. Her wiha îro şandê serdana malmamoste Mile Hesen û Hec Ibrahîm Dîlman bavê şehîd Selah Dîlman kir tekez li ser wê yekê kir ku Yekîtî wefedariya wan bilind dinirxîne, her wiha serdana mezara Selah û goristana Berkerkê ku bêhtirî 70 şehîdan têde ne jî kir.PUKmedia taybet
Badînan Mîdiya: Malperê PUKmedia xwandingeha suşiyal mîdiya kurdî ye
Qubad Talebanî pîrozbahiya PUKmedia`yê kir
Serokatiya YNK serxweşê li Mazlûm Ebdî kir
Nivîskarê Kurd Fayilî Belsem Kamil ji bo yekem romana xwe, "Horizon Bûyer" bi swêdî, Xelata Smolts ya Swêdî ya sala 2021 stend.Roman bi r...
Şehabê ser çiyan bi çek û hêza xwe ya laşî parêzvanê doza giran û jiyan bû, bi pênûs û hizra xwe fedekarê paras...
Di 20 / 1 / 2018an de weke îro Rûsiya çira kesk ji Turkiyê re vêxist, û bargehên xwe yên leşkerî ji (Kefircenê) vekişand , Û di De...