Duhok; Xwepêşandan û Tîma kenala (GK) ê hat binçav kirin

kurdistani 05:37 PM - 2020-05-16
      Duhok; Xwepêşandan hat kirin

Duhok; Xwepêşandan hat kirin

Li parêzgeha Duhokê hejmarek ji fermanberan dest bi xwepêşandanê kirin û tîmeke kenala GKê jî hat girtin.

Li gorî zanyariyên PUKmedia`yê ku hejmarek ji mamoste û fermanberên hikûmî li parêzgeha Duhokê ji8 ber nerazîbûna derengketina mûçeyan dest bi xwepêşandina nerazîbûnê kirin û hêzên ewekariyê dest danî ser kelûpelên tîma kenala Gelê Kurdistanê.

Ev jî di demekê de ye ku belavokek a koma dakokîkirina li mafên mamoste û fermanberan şeva borî ku daxwaza xwepêşandanê kiribûn, ji aliyê asayîşa Duhok ve hatibûn girtin. Her weha îro jî çend çalakvan û xwepêşanderek ji aliyê hêzên ewlekariya Duhokê ve hatin girtin.

Her weha ji aliyê hêzên ewlekariya Duhokê ve tîma kenakla Gelî Kurdistan hat destgîrkirin û mobaîl û pêdewîstiyên rojnamgerî ji wan standin û dest dane ser.

PUKmedia    

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket