Bijîşkekî kurdê Kerkûkê bi Koronayê jiyan ji dest da

kurdistani 05:21 PM - 2020-05-13
dr. Rêber Zendî

dr. Rêber Zendî

Duh roja sêşemê 12-5-2020`an li welatê Swêd bijîşkekî kurd bi vîrusa Koronayê jiyan ji dest da.

Li gorî rûpela pirse û serxweşî ya Silêmaniyê ku duh roja sêşemê 12-5-2020`an li welatê Swêd bijîşkekî kurd ê Kerkûkê bi navê Rêber Zendî li nexweşxaneya Dandrîdê li bajarê Stokholmê ji ber pêketina bi vîrusa Koronayê jiyana xwe ji dest da.

Rewanşad Dr. Rêber Zendî temen 62 salî bû û xelkê bajarê Kerkûkê bû, pêşmergeyê dêrîn bû ku çendîn sale li welatê Swêd pîşeya bijîşkî ye û di destpêkirina belavbûna vîrusa COVID-19 ew di rêzên pêş de bû ji bo navbirana vîrusê, lê mixabin di encama dirêjpêderiya wî di rêzên pêş de, bi vîrusê ket û di encamê de jiyana xwe ji dest da.

Hêjayî gotinê ye ku berya demekê jî rewşenbîrê kurd lawê Helbestkar Cegerxwîn, Keyo Cegerxwîn jî li welatê Swêdê Stokholmê bi vîrusa Koronayê jiyana xwe ji dest dabû. Her weha duh jî Keçka kurd a Başûrê Kurdistanê (Sonya Salar Mihemed Ferec) ku xelkê Silêmaniyê ye, li welatê Swêdê ji ber pêktin bi vîrusa COVID-19 Koronayê jiyana xwe ji dest da.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket