Keçkeke kurd bi Koronayê jiyan ji dest da

kurdistani 02:38 PM - 2020-05-12
Sonya Salar Mihemed Ferec

Sonya Salar Mihemed Ferec

Keçkeke kurdê Silêmaniyê, li welatê Swêd bi vîrusa Koronayê jiyana xwe ji dest da.

Keçka kurd a Başûrê Kurdistanê (Sonya Salar Mihemed Ferec) ku xelkê Silêmaniyê ye, li welatê Swêdê ji ber pêktin bi vîrusa COVID-19 Koronayê jiyana xwe ji dest da.

Li gorî rûpela pirs û serxweşî ya Silêmaniyê ku duh roja duşemê 11-5-2020`an, Sonya Salar temen 23 salî ye ku li welatê Swîd dijî, ji bajarê Silêmanî ya Başûrê Kurdistanê ye, di temena ciwantiya xwe de, piştî ku bi vîrusa Koronayê dikeve, radikin nexweşxaneyê û di encamê de, jiyana xwe ji dest dide.

Hêjayî gotinê ye ku berya demekê jî rewşenbîrê kurd lawê Helbestkar Cegerxwîn, Keyo Cegerxwîn jî li welatê Swêdê Stokholmê bi vîrusa Koronayê jiyana xwe ji dest dabû.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket