Bi wêne, YNKê û HSDK li hev civiyan

kurdistani 12:19 PM - 2020-05-12
.

.

YNKê û HSDKê li hev civiyan û rewşa giştî li Herêm şû Êraq û navçeyê gotûbêj kirin.

Şandeke peya bilind ê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê serdana baregeha fermî ya Hizba Sosyalît a Demokrat a Kurdistanê li navçeya Şehrezûrê gundê Gulexaneyê kir.

Îro roja sêşemê 12-5-2020`an, li Şerezûrê Şandeke peya bilind a Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê bi serokatiya endamê politburoya YNKê Qadir Ezîzî û bi hevrêtiya berpirsê malbenda 9 ya Şehrezûrê Sertîp Elî serdana baregeha fermî ya Hizba Sosyalît a Demokrat a Kurdistanê kir û ji aliyê sekreterê giştî yê HSDKê kak Mehmedî Hacî Mehmûd ve hat pêşwazî kirin.

Her du aliyan li ser rewşa siyasî û pêşketinên di Herêma Kurdistan û Êraq û navçeyê bi giştî gotûbêj kirin û derbarê bihêzkirina peywendiyên du alî bi hev re û aloziya darayî û aborî ku niha rû li Herêmê kiriye û yekrêziya kurdî bi berferehî hat goftugo kirin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket