Serkirdeyên Rojavayê yekrêzî mafên kurd diparêze

kurdistani 04:14 PM - 2020-05-11
.

.

Serkirdeyên siyasî ên Rojavayê Kurdistanê daxwaza yekrêziyê li hemû aliyên siyasî kurd dikin.

Îro roja duşemê 11-5-2020`an, di radyoya dengê Gelê Kurdistanê de herdu siyasetvanên kurd ên Rojavayê Kurdistanê Ebdulbaqî Yusif û Telal Mihemed rola Amerîka û Rûsiyayê di herêmê de bilind nirxandin û girîngî dane ew gotûbêjên ku bi serperştiya Amerîkayê tê kirin û bang li tevahiya aliyan kirin ku hewil bidin yekrêziyê biparêzin tako mafên neteweyî gelê kurd di vê dema hestyar de bê parastin..

Di wê hevdîtina radyoya Dengê Gelê Kurdistan de derbarê çarenivîsa gelê kurd piştî rûxandina rêjîma Beşar Esed Ebdulbaqî Yusif aşkire kir ku rêjîma Beşar ne diyare ku wê çi demê birûxa û hîn jî zûye, lê pêwîste kurd rêzên xwe yekbigre û hevgirtineke cedî bikin û helwesdt û gotara xwe ya netewî bikin yek tako sûdmend bin ji wan pêngavên ku wê di dema pêş de li Sûriye bi desteka Amerîka û Rûsiyayê bêne avêtin.

Her weha serokê partiya Aştî û Demopkrasî ya Kurdistanê Telal Mihemed jî di heman mijarê de, wiha got; Ji bo em bikaribin ji rola Amerîka û Rûsiyayê ku di Sûriye de sûdmend bin, pêwîste em aliyên kurd hev bigrin û ev gotûbêjên ku niha di navbera aliyên siyasî kurdî de birêve diçin bihêz bikin tako bi serkeve û wê demê doza kurd wê sûd ji wan guhertinên demokratîk çêdibin sûd wergirin.

PUKmedia-Hozan Efrînî

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket