Ragihandina civîna Encûmana Serkirdeyetî ya YNK

kurdistani 12:40 PM - 2020-05-11
Ragihandina civîna Encûmana Serkirdeyetî ya YNK

Ragihandina civîna Encûmana Serkirdeyetî ya YNK

Duh bi amadebûna Hevserokên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê li bajarê Silêmaniyê Encûmana Serkirdeyetî civîna xwe lidarxistibû.

Di komcivînê de li ser rewşa siyasî li Herêm û Êraqê û jiyana dijwar yê welatiyên Kurdistanê û karûbarên saziyên hizbî gotûbêj kirin. Derbarê mijara Parlemana Kurdistanê got civîna 7-5 ya Parlemana bûyereke metirsîdar ji bo têkbirina yekîtiya refê Kurdî bû û nîşanên pirsê derbarê nêzîkbûna siyasî di navbera aliyên nûnerî di Parlemanê de û piroseya siyasî ya Kurdistanî de deyna, bi taybetî xistina kêmneteweyan di pirsî zorîne û pêkhatên demokrasî de ku betalkirina navaroka mafê pêkhatan ji beşdarbûna demokrasî di saziyên yasayî de ku baweriya dirust yê
Yekîtiya Niştimanî bi wan mafan heye û tekez li ser dike .
 
Di ronahiya van geşedanan de, Encûmana serokatiyê biryar da ku di şêwir û hevrêziyê de bi aliyên din ên siyasî re helwestek hevbeş pêş bixe da ku pêşî li yekparebûnbûn û bêkêmasîbûnê bigire û karanîna dezgehek demokratîk û neteweyî wek Parlemanê ji bo berjewendiyên hizbî yên teng bikar bîne.

Di beşek din ya civînê de Encûmena Serkirdayetî nirxandinek erênî li ser raportên tîmê Yekîtiya Niştimanî li Hikûmeta Herêma Kurdistanê û şanda hikûmî yê danûstendina, û fireksiyonên Yekîtiya Neteweyî û Parlamentoya Kurdistanê kir, herwiha raporta Ofîsa Têkiliyên derbarê  têkiliyên Kurdistan û Êraqê kir û li ser gotûbêj kirin pişt re agahî liser û pêşniyar derbarê de da.

Girîngiya zêde ji axaftinê gotûbêjkirina li serrewşa zehmet yê welatiyan û bi taybet derengxistina mûçe û bandora wê li ser jiyan piştî korone û mandina li mal bû ,Encûmana pesna rola rêveberiyên navçeyî yê bajarokan û saziyên peywendîdar û bihinfirehiya welatiyan û pabendbûna wan bi rênimayên tenduristiyê ku hêşt korone bêhtir belav ne be da ,tekez li ser wê yekê kir welatî hêjay jiyaneke baştire ku ewqas berxwedan kiriye.

Derbarê mijara Nenavendiyê jî civînê girîngî dayiyê ,di peymana di navbera YNK û PDK de yê damezrandina kabîneya nehemîn û bernameya hikûmî de jî hatiye ku niha welatî bixwe daxwa dikin û divê di wexteke herî nêzîk de bê çalakkirin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

Balyozê Fînlandiyayê li Iraqê

Kurdistan 05:43 PM - 2024-04-16 Serok Bafil: Em girêdayî aramiya welat in

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket