Civîna serkirdeyetiya YNKê dest pê kir

kurdistani 03:58 PM - 2020-05-10
.

.

Bi wêne, Civîna giştî ya Encûmena serkirdeyetiya YNKê dest pê kir.

Bi amadebûna hevserokên YNKê Lahur Şêx Cengî û Bafil Talebanî civîna Encûmena Serkirdeyetiya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê dest pê kir.

Di wê civînê de ku îro roja yekşemê 10-5-2020`an de ya Encûmena Serkirdeyetiya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê rewşa navxweyî ya Herêmam Kurdistanê û peywendiyên Herêma Kurdistanê bi Bexdadê re tê gotûbêj kirin.

Di wê barê de beriya destpêkirina civîna Encûmena Serkirdeyetiya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê Endamê Encûmanê Zubêr Osman di daxuyaniyeke taybet de ji PUKmedia`yê re ragihand ku îro Encûman wê li bajarê Silêmaniyê komcivînekê lidarxe.

Osman amaje bi wê yekê jî kir ku Encûmana Serkirdeyetî ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê wê rewşa Herêma Kurdistan û diyelokên di navbera Hikûmeta Herêmê û yê Federal de û mijara nenavendiya rêveberî û pirsgirêka darayî û damezrandina hikûmeta nuh gotûbêj bikin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket