Komên çekdar goristanên Efrînê jî didizin

kurdistani 09:38 PM - 2020-05-09
.

.

Ji bilî kuştin û revandina welatiyên Efrînê û destdanîna ser mal û milkên wan, grûpên çekdar yên ji aliyê Tirkiyê ve têne piştevanîkirin, şûnwarên Efrînê û goristanan dişikînin û didizin.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê di raportekê de belav kir, grûpeke çekdar ligel hejmarek ji koçberên li Efrînê hatine bicihkirin, gorên goristana bajarokê Cindirêsê şikandine û kevir û kêlên sîramîk in jî diziyane.

Ev ne cara yekêye ku grûpên çekdar gor û cihên dîrokî û şûnwaran dişikînin û didizin, di meha Adara bûrî de jî, grûpa çekdar a bi navê Emşat bin mizgefta bajarokê Şiyê kolandibû û di encamê de minareya mizgeftê û beşek ji avahiya mizgeftê jî hilweşiyabû.

Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve û li gor zanyariyên Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê, grûpên çekdar li ber çavê serbazên Tirkiyê heta niha zêdetir ji 42 cihên şûnwarî, girên dîrokî û mezargehên olî kolane û wêran kirine û zêdetir ji 20 hezar perçeyên entîkan dizîne û veguhastine Tirkiyê.

Ji bilî ku di dema êrîşa li ser Efrînê de, gelek şûnwar û cihên dîrokî rastî bombebarankirina firokeyên şer yên Tirkiyê hatibûn, wek girê Eyn Dara ya dîrokî ku dîroka wê vedigere 2 hezar salan berî zayînê û keleha Teqilkê li çiyayê Lêlûnê. Komên çekdar û bi armanca lêgerîna li entîkeyan û têkdana nasnameya Kurdî, li ber çavê Artêşa Tirkiyê bi dehan cihên dîrokî, girên dîrokî, mezargehên pîroz û gorên kevnare û yên Êzidiyan şikandine û kolane.

Gelek rêxistinên parastina şûnwaran û Rêveberiya Giştî ya Şûnwar û Mûzexaneyên Sûriyê jî gelek caran bang li rêxistinên navdewletî, kesayetî û akademiyên cîhanê yên girîngiyê didin çanda gelan û şaristaniya mirovî kirine, sînorekê ji dagîrkiriya Tirkiyê û têkdana şûnwarên Efrînê re deynin û wan şûnwaran biparêzin.

Li Efrînê gelek cihên dîrokî hene, ji bilî Kela Horî, kela Samanê, şikefta Duderî, kenîseya Marmaron, mezargehên olî yên Musilman û Êzidiyan, nêzîkî 25 girên dîrokî hene, piraniya wan di ber çemê Efrînê re rêzkirî ne, ku dîroka wan vedigere hezar heta 2 hezar berî zayînê.

Danhev : Hişmend Şêxo

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket