45 Rêxistnên Sûrî daxwaza parastineke Navdewletî ji bo Efrînê dikin

kurdistani 09:25 PM - 2020-05-09
.

.

Rêxistnên yasayî yên Sûrî banga parastineke navdewletî ji bo Herêma Efrînê dikin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belavkirîye ku 45 rêxistinên yasayî yên Sûrî di daxuyanîyeke hevbeş  de banga destwerdaneke navdewletî dikin ji bo rêgirtina li ber artêşa Turkiyê û çekdarên ser bi wê ve da ku wan binpêkirinên li Efrînê çêdibin rawestînin.

Di daxuyanîyê de hatîye, ji dema dagîrkirina bajarê Efrînê ji alîyê Turkiyê û girûpên wê ve, bi hezaran tawan û binpêkirinên cihêreng di  dermafê gelê me de hatine encamdan û rojane Kuştin , Revandin , Derwarkirina bi darê zorê, û bicihkirina koçberên Ereb di nav mal û samanên Kurdan de.

Li gorî daxuyanîyê, Û di dawiya rapora xwe de, Komîteya Lêkolînên Navdewletî ya ser bi Neteweyên Yekgirtî ve amaje kirîye ku girûpên çekdar li Efrînê tawan û binpêkirinan li dijî xwediyên wî bajarî pêktînin. Bi gotina wan armanca Turkiyê û wan çekdaran  ji vê yekê nehiştina Nasnameya Netewî ya Kurdî ye li wî bajarî da ku Kurd dest ji mal û samanên xwe berdin û koçber bibin û demografiya Herêma Efrînê  biguherin.

Werger ji Erebî : Hişmend Şêxo

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket