201 welatiyên Herêma Kurdistanê ji Tirkiyê hatin vegerandin

kurdistani 10:10 AM - 2020-05-07
201 welatiyên Herêma Kurdistanê ji Tirkiyê hatin vegerandin

201 welatiyên Herêma Kurdistanê ji Tirkiyê hatin vegerandin

Fermangeha Peywendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku 201 welatiyên Başûrê Kurdistanê ji Tirkiyê hatine vegerandin.

Li gorî daxuyaniya fermangeha peywendiyên derve yên hikûmeta Herêma Kurdistanê de hat ragihandin ku şeva bihorî bi hevahengiya li gel Wezareta Derve ya hikûmeta federal, 201 welatî ji Enqere û Stanbolê hatin veguhestin,destnîşan kir ku li ser daxwaza serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî veguhestin pêk hatiye.
Ji bo wan kesên ku hatine vegerandin jî, her li Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê tedbîrên pêwîst ên li hemberî vîrusa koronayê hatine wergirtin û dê ji bo dema 14 rojan di kerentîneyê de bimînin.
Heta niha 1470 welatiyên Herêmê ji dervayî welêt bi rêya balafirxaneya Hewlêrê hatine vegerandin,derbarê welatiyên ku heta niha li dervay welêt asê mane dikarin peywendiyê ligel nûneratiyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bikin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket