Salvegera komkujiya Dersimê

kurdistani 05:18 PM - 2020-05-05
.

.

Di rojên serhildana Qoçgiriyê de komeke çekdar, çûn Dêrsîmê û birûskeyeke ku pişgtgiriyê dide serhildêrana Dêrsimê bi serokatiya Seyîd Riza, piştî serhildana Şêx Seîd alîkarî da koçberan. Berî serhildana Dêrsimê dest pê bike, Seyîd Riza, li hemberî gumana operasyona rêjîma tirk bi serekên êl û eşîran re hevdîtinê çê dike ku di nava xwe de yekîtiyê çê bikin tako li hemberî opersyonên dijimin bibin yekdeng û yekhelwest û li ber xwe bidin.

Di demeke de ku li Dêrsîmê serhildanê berdewam dikir, di 5'ê rezberê 1937'an de rayedarên Tirkiyê ji bo hevdîtinan li Erzînganê bangî Seyîd Riza dikin. Seyîd Riza, di reya Ezirganê de tê girtin û wî dibin Elezîzê û bi berdariye tê darazxwarî kirin.

Seyîd Riza (z. 1862 li gundê Lirtîka Pilûrê, herêma Dêrsim − m. 15'ê sermawezê 1937 li Xarpêtê) yek ji pêşengên yekeserhildana Dêrsimê bû.

Seyîd Riza sala 1862'an, li Dêrsimê ji dayik bû ye. Seyîd Riza lawê Seyda Brahîm e. Ji zanyarekî bi navê Mehmet Elî Efendî ders dît û mezin bû. Mehmet Elî, ji aliyekî ve agahiyên olî, ji aliyê din ve jî di warê neteweyîtiyê de perwerdehiye dida Seyîd Riza. Piştî mirina bavê xwe, wî Seyîdî dewir girt û di bajarê Axdadê de bi cîh bû.

Serokê serhildana Dersimê, Seyîd Riza, di 15'ê mijdarê sala 1937'an de, bi tevahî şeş hevalên xwe ve, ji aliyê rejîma Tirkiyê ve hatin darda kirin.

Çar têkoşerên din jî berê bi sizayê bidarvekirinê siza dikin, paşê sizayê wan werdigerînin girtîbûnê hate hatayî. Hin ji wan ji li ser 90 salî rê bûn, tirkan nexwestin navê xwe xirab bikin. Lê herçendî gorî zagonan diviya bû Seyîd Riza jî darve nekiran, salên wî bi qanûnî mezin dikin û berdariya dikin.

Bi wêne û belgeh kurte çîroka komkujiya Dêrsimê li vir bibînin û bixwênin

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket