YNK û Goran piştgiriya ne navendiyê kir

kurdistani 01:59 PM - 2020-05-05
.

.

Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistan (YNK)ê û Tevgera Goranê (Goran) piştgiriya ne navendiyê kirin.

Îro roja sêşemê 5-5-2020`an li bajarê Silêmaniyê her du alîiyên siyasî yên kurd Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistan (YNK)ê û Tevgera Goranê (Goran) derbarê nirxandina rewşa dawî li Herêma Kurdistanê li hev civiyan.

Di wê civînê de derbarê rewşa siyasî û guhertinên di Herêma Kurdistanê de gotûbêj kirin û bi belavokekê naveroka wê civîna du qolî ji raya giştî Kurdistan û cîhanê re jî dane ragiahndin.

Di wê belavokê de, herdu aliyan Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistan (YNK)ê û Tevgera Goranê (Goran) tekez li ser girîngî peydakirina mûçeyên fermanberan û peydekirina jiyana welatiyan kirin. Danzanîn ku ev erkê hikûmeta Herêma Kurdistanê û ew hêz û aliyên ku têde beşdar in e û pêwîste vê erkê li ser şanê cêh bigh bikin û ev yek ji hemûyan tê xwestin.

Di dawiyê de, her du aliyan Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistan (YNK)ê û Tevgera Goranê (Goran) li ser wergirtina bêhtir ji pêngavên baweriyê di navbera her du aliyan de, her weha tekez kirin jî ku piştgiriya encûmenên parêzgehan bikin ku sîstema ne navendî di Herêma Kurdistanê de bi cihbînin û pêngavên yasayî li gorî wê rêkeftina di navbera hemû aliyên siyasî ku di hikûmeta Herêma Kurdistanê de beşdar in li gorî bernameya hikûmetê û bi taybet kabîneya niha.

PUKmedia-Taybet

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket