Ne navendî li gor desturê çawa ye

kurdistani 04:50 PM - 2020-05-03
.

.

Encûmena parêzgeha Silêmanî bi awayekî desturî daxwaza ne navendiya rêvebrî û aboriyê kir.

Encûmena parêzgeha Silêmaniyê derbarê sîstema (Ne Navendî) ya rêvebirî û aboriyê,  pêkanîna komîteyeke ku nûnerên hemû fireksyonan li xwe digre ragiahnd.

Din wê bare de, serokê encûmena parêzgeha Silêmaniyê Azad Mihemed Emîn di daxuyaniyeke televizyonî de ragiahnd; Encûmena parêzgeha Silêmaniyê komîteyeke ku ji hemû alî û firksyonan pêkanîn tako projeya zanistî ya derbarê ne navendiya rêvirî û aboriyê ku di xizmeta berjewendiya wealtiyan de be.

Aşkire kir ku wê sîstema ne navendî wê hem ji aliyê aborî û hem jî ji aliyê rêvebiriyê ve jî welatî bê beş nebin û wê sîstema ne navendî serkevtineke baş bi dest bîne.

Ne navendî di karnameya hikûmeta Herêma Kurdistanê de

Li gorî gotara serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê di parlemana Kurdistanê de ku tê karnameya hikûmeta nû pêşkêş kiriye jî hatiye ku ne navendî ya rêvebirî û aboriyê mafe...

Di karnameya serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesror Barzanî de derbarê ne navendiya rêvebiriyên parêzgehan wiha ji parlemana Kurdistanê re hatiye pêşkêş kirin.

"Kar dikin ji bo çespandina sîstema Ne navendiya rêvebiriya parêzgehan ku li gel sîstema yasayî û kargêrî ya Herêma Kurdistanê guncaw be.
Sistkirina desthilatdarî û dabeşkirina  erk û berpirsyaretiyê li gor yasa û bi çavdêriya serokatiya hikûmetê".

Hûn dikarin li vir temaşe û guhdarî bikin...

Ne navnedîdi destur de

Di deriyê 5ê ya demsala yekem bi navnîşana (Herêman) di madeya (116)`an de ber bi ne navendî ve, tê de hatiye ku sîstema federal li Komara Êraqê de ji paytext û herêm û parêzgehên ne navendî û rêvebiriyên xweser pêk tê.

Her weha madeya (119) destnîşan dike ku ji mafê her parêzgehekê an jî bêhtir ji yekê herêmekê pêkbîne ku bi riya rapirsê be, madeya (120) jî destbnîşan dike ku mafê her herêmekê heye ku desturekê ji xwe re dîne ku ne li dijî destura federalê be.

Ne navnedî ya rêvebirî û aborî ji parêzgehên ne di herêman de

Wek tê zanîn ku madeya 122 bi awayekî zelal amaje bi ne navendiya rêvebiriyê dike, Tekez kiriye ku ew parlêzgehên ku ne di hundirî sîstema herêman de ne, desthilatdariya rêvebirî û aboriyê bi awayekç berfereh jê re hatine dayîn.

Li gel wê yekê ku karûbarên xwe li gorî sîstema Ne Navendiyê û bi yasaya ku di hundirî heman madeyê de di benda 3`mîn de4 ku têda hatiye ; Ew parêzgarê ku  encûmena parêzgehê dide hilbijartin ew dibe serokê cêbicêkar ê bilind di parêzgehê de, tako desthilatiya xwe li gor ê encûmenenê daye wê bikar bîne.

Ji bilî wê jî medeya 1 ê dibêje ku Komara Êraq a federal yekgirtu û serbixwe ye, xwedî serwereke tevayî ye, sîstema desthilatdariyê komarî û parlemanterî û demokratîkîke.

Em li vir dibînin ku projeya Êraqê di vê naveroka desturê de hinek pêkanînên rêvebiriyê dane selamndin ku parêzgeh û navçe û bajarok her weha di benda 2 mîn de jî ji madeya 122 a destura bingehîn a Êraqê de hatiye ku Ne Navendî pêwîste di rêvebriyên navxweyî de bê bikaranîn.

Naveroka madeyên desturî

Madeya (116)

Sîstema federal li komara Êraqê ji paytext û herêm û parêzgeh û ne navendî û rêvebiriyên navxweyî tê pêkanîn.

Madeya (117)

Yekemîn; Ev destur dema ku bi dawî tê biryar tê dayîn, Herêma Kurdistanê û desthilata wê a heyî hem herêmî û hem federalî.

Duyemîn; Ev destur dema herêmên nû têne damezrandin li gor yasayn tê biryardan.

Madeya (118)

Encûmena nûneran a Êraqê di karê xwe ku dîroka rûniştina wê şeş mehan derbas nekirî, tê de yasayekî dîna ku tê de berheviyên cîbicîkar ê taybet bi herêman ku bi piraniyeke normal ji endamên amadebûyî.

Madeya (119)

Parêzgeh an jê bêhtir mafê xwe heye ku li gor daxwaza rapirsê herêmekî ji bo xwe ava bike bi van her du riyan be.

Yekmîn; Daxwaz ji sê çarîkên endamên her encûmen ji encûmenên parêzgehan ku wê bi wan herêm bê damezrandin.

Duyemîn; Daxwaz ji piraniya nûneran ji her parêzgeheke ku ên daxwaza bi herêmbûnê dikin.

Madeya (120)

Herêm dest bi amadekirina desturekî ji xwe re dike û pergela desthilatên herêmê û erk û mafdarî û çqawaniya bikaranîna hêz û destpêşxeriyên xwe kelem ku li hemberî destura bingehîn nebe  destnîşan dike.

Madeya (121)

1- Ji mafên desthilatên herêmê heye ku mafên xwe di desthilatdariya rewabûnê û cêbicêkar û serdozgeriyê de bikar bîne li gor bendên destura bingehîn, ji bilî ku ewê ku di hundirî taybetmendiyên desthilatdariya federalê de ye.

2- Ji mafên herêmê ye ku bi cihanîna yasaya federalê û hemwerkirina wê di hundirî herêmê de, di demekê de ku rewşa nakok an li hemberî  di navbera yasayên wê herêmê û hikûmeta federal de hebin bi taybet di mijara taybetmendiya ku girêdayî bi ên federalê ye.

3-Berhem û aborî beşeke rewa ji budceya federalê ji bo herêm û parêzgehan tê amade kirin, tako têra kar û erkên wê bike û dahaot û erkên wan herêm û parêzgehan li ber çavan tê girtin ku giranî didin ser berhemên xwe ên navxweyî jî.

4-Buroyên herêm û parêzgehan di hundirî balyoz û nûnerteyiên dçplomatîk de têne damezrandin tako karûbarên xwe ên çand û coivakî û vejandinê bişopînin.

5-Taybet bi hikûmeta herêmê ku her tiştî ji bo rêvebiriya herêmê bixwaze, bi taybet damezrandina hêzên ewlekariya navxweyî  ya herêmê wwek polîs û parêzvanên herêmê.

Silêmaniyê dest bi pêngavên nenavendiya rêveberî kiriye

4/5/2020

Îro Duşemê biryare ku li bajarê Silêmaniyê komîteya birêvebirina projeya nenavendiya Rêveberî û aboriyê civîna xwe yê yekemîn li darxe.

Endamê fireksiyona Goran di Encumena Parêzgeha Silêmaniyê de di daxuyaniyek taybet de ji PUKmedia re got: Komîteya ku ji aliyê Encumena Parêzgeha Silêmaniyê ve hatiye damezirandin ji bo amadekirina projeyasayek ne navendiya îdarî wê civîna xwe ya yekem pêk bîne.

Wî endamî wiha pêde çû: Komîte ji 9 endaman ji hemû fireksiyonên nav Encûmena Parêzgeha Silêmaniyê pêk tê û ew dê projeya nenavendiya rêvebirî û aborî amade bike û wê radestî encûmana Wezîran a herêma Kurdistanê bike.

Encumena Parêzgeha Silêmaniyê di civîna xwe ya borî de biryar dabû ku komîteyek ava bike ku projeya nenavendiya rêvebirî û aborî ji bo Silêmaniyê amade bike.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket