Boruya Siyasî rewşa Siyasî gotûbêj kir

kurdistani 12:34 PM - 2020-05-03
Boruya Siyasî rewşa Siyasî gotûbêj kir

Boruya Siyasî rewşa Siyasî gotûbêj kir

Naveroka civîna politburoya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê hat zelal kirin.

Duh roja Şemiyê 2-5-2020`an, li bajarê Silêmaniyê di navçeya Debaşanê de, Boruya Siyasî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê bi serpereştiya hevserokê YNK Lahor Şêx Cengî komcivînek lidarxist.

Di heyama civînê de ku Qubad Talebanî û tîma Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê ya di Hikûmeta Herêma Kurdistanê beşdar e de boruyê rewşa siyasî û jiyana welatiyan û forma damezrandina hikûmeta nuh ,xirapbûna rewşa navçeyên dabirênreweken ,metirsiya derketina DAÎŞê li deverê û hinek mijarên din gotûbêj kirin.

Derbarê diyelogê şanda Hikûmeta Herêmê ji Bexdadê re ,civînê pesna erkê şandeyê ji bo çareserkirina pirsgirêkêm mûçe û destkeftiyên dereyî yê Herêmê da ,amaje bi wê yekê jî hat kirin ku başkirina jiyana welatiyan û peydakirina mûçeyên fermenbaran bingeha erka hikûmetê ye ji ber ku rewş her diçe xiraptir dibe.

Her wiha li ser pêkanîna sîstema nenavendî jî axifîn û bal kişandin ser pêwîstiya peymana siyasî di navbera Yekîtiya Niştimanî û Partiya Demokratîk de ku di vê qonaxa zehmet yê vîrusa Korone pêwêstî pê ye.Civînê tekez li ser bihêzkirina peywendiyên di navbera herdu aliyan de kir da ku daxwazên gel bicih bên .

PUKmedia taybet

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket