Karmendên tenduristiya Silêmaniyê baykot dikin

kurdistani 03:21 PM - 2020-04-28
.

.

Karmendên tenduristiya Silêmaniyê ji ber nedana mûçeyê dewam nakin.

Sendîkeya Karmendên Tenduristiya Silêmaniyê di heyama kongireya Rojnamgeriyê de baykotkirina dewamê ragihand ku tenê di yekeyên lezgînî de û li hemberî korona de dewam têde tê kirin.

Îro roja sêşemê 28-4-2020`an, li bajarê Silêmaniyê Sendîkeya Karmendên Tendurisdtiyê liqê Silêmaniyê bi armanca helwestwergirtina li hemberî nedana mûçeyê û siknandina mûçeyê kongireyeke rojnamegerî lidar xist û tê da baykotkirina dewamê da ragihandin.

Di heyama dirêjhayiya wê kongireya rojnamegriyê de, serokê liqa Silêmaniyê ya Sendîkeya Karmendên Tenduristiyê Hawjîn Osman aşkire kir ku pêwîste hikûmeta Herêma Kurdistanê hemû karmend û bijîşkên ku beşdarî li kar û xebatên li dijî vîrusa Korona kirine xelat bike û wan yadeşt bike.

Dr. Hawjîn Osman aşkire kir ku ji sala 2013`an ve ti karmendekî tenduristiyê nehatiye damezrandin ku heya niha li Silêmaniyê bêhtir ji 6 hezar kes heya hîn jî bê kar û nehatine damezrandin û gelek karmendên tenduristiyê ku piraniya xwe derçûyî tenduristiyê ne wek xwebexiş dixebitin û fedekariyê dikin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket