Bavê Behroz Gelalî koça dawî kir

kurdistani 05:10 PM - 2020-04-27
 Yasîn Gelalşî Bavê Behroz Gelalî koça dawî kir

Yasîn Gelalşî Bavê Behroz Gelalî koça dawî kir

Kesayetiya naskirî ê kurd Yasîn Gelalî bavê siyasetmedar Behroz Gelalî koça dawî kir.

Duh roja yekşemê 26-4-2020`an li bajarê Hewlêrê paytexta Herêma Kurdistanê, bavê ku kadroyê pêşketî yê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê Behroz Gelalî nemir Yasîn Gelalî  koça dawî kir.

Her weha hêjayî gotinê ye ku nemir Yesîn Gelalî tekoşer û pêşmergê dêrîn ê şoreşa Eylonê bû û bavê kadroyê pêşkeftî ê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê heval Behroz Gelalî bû. Ji ber nexweşiyê koça dawî kir û li gorî rênma û pirspektîvên tenduristiyê û pabendbûn pê ve êdî cihê serxweşiyê jê re naye danîn.

Di vê rewşa heyî de ku bavê hevalê me Behroz Gelalî têde koça dawî kir û ji bo ew kes û hevalên wî û xelkên ku di wê barê de serxweşî kirine û rewşa wan pirsiyane, malbata nemir spasiya wan kes û heval û aliyan dikin ku serxweşî û pirsîna rewşa wan kirine û peywendî bi wan re kirin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

Balyozê Fînlandiyayê li Iraqê

Kurdistan 05:43 PM - 2024-04-16 Serok Bafil: Em girêdayî aramiya welat in

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket