Encûmena parêzgeha Silêmanî û projeya ne navendî

kurdistani 03:35 PM - 2020-04-27
.

.

Encûmena parêzgeha Silêmanî projeya ne navendiyê amade dikin û pêşkêş dike.

Îro roja duşemê 27-4-2020`an Encûmena parêzgeha Silêmaniyê ragiahnd ku ew komîteyên hevbeş ku hemû fireksyon têde ne ji bo amadekirina projeya ne navendî ya rêvebirî û aborî dan saz kirin. 

Di wê barê de, serokê encûmena parêzgeha Silêmaniyê Azad Mihemed Emîn di daxuyaniyeke televizyonî de ragihand; Encûmena parêzgeha Silêmaniyê komîteyeke ku hemû nûnerên alî û koman li xwe digre ava kir tako amadekariya projeya zanistî ya tevayî derbarê ne navendiya rêvebirî û aborî ku di xezimeta berjewendiyên welatiyan de ye.

Di daxuyaniya xwe de, Azad Mihemed Emîn aşkire kir ku pêkanîn û bi cihkirina projeya ne navendiyê li Silêmaniyê wê roleke xwe mezin hebe tako ew alozî û neliheviyên ku niha li Herêma Kurddistanê hene derbas bike, ji ber ku her rêvebiriyek wê demê dikare karûbarên xwe bi esanî birêve bibe û wê ew erkên giran ku li stuya hikûmetê ne sivik û kêm bike.

PUKmedia

 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket