Hikûmet û Parlemana Kurdistanê lihev civiyan

kurdistani 02:16 PM - 2020-04-26
Hikûmet û Parlemana Kurdistanê lihev civiyan

Hikûmet û Parlemana Kurdistanê lihev civiyan

Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê a ku ji bo mijara muçeyê û budceya Herêmê wê serdana Bexdadê bike, komcivînek ligel serokatiya Parlemana Kurdistanê lidarxist.

Li gor agahiyên ber destê PUKmedia`yê ku şanda Herêmê di civînê de armanca serdana aşkire kir. Amaje bi wê yekê jî kir ku parleman wê şandeke din ji bo mijara Budceyê bişîne Bexdadê ku bûye pirsgirêka sereke li Herêma Kurdistanê.

Çepemeniyan destnîşan kiribû ku emîndarê giştî yê Encumana Wezîran daxwazek nivîskî arastey hikûmeta Federal kiribû ku mûçeyên Herêmê rawestîne ji ber ku Herêma Kurdistanê bi peymanê ne pabende ku divê 250 bermîl naft rojane radestî hikûmeta Federal bikin.

PUKmedia taybet

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket