Di bîranîna 122 saliya Roja Rojnamegeriya Kurdî de

kurdistani 05:25 PM - 2020-04-22
Nivîskar; Hişmend Şêxo

Nivîskar; Hişmend Şêxo

Rojnamevanên cefakêş û xebatkar
Silav li we hemiyan
Di 22 Nîsana 1898 an de û berî bi 122 salan Mîrê rojnamegeriya kurdî Miqdad Midhet Bedirxan li Qahîra , li paytexta Misirê rojnameyekê bi zimanê kurdî bi navê rojnameya kurdistan derdixe û dûrî Axa Kurtdistanê li derveyî welêt belav dike..

Weşandina Rojnameya Kurdistan  ne tenê xebateke neteweyî û rewşenbîrî ye lê belê ew rojname şoreşeke çandî bû di dîroka gelê kurd de. Û ji wê rojê de heya roja îro roja 22 yê Nîsanê hemî medyekar û dezgehên ragahandinên kurdî û tevahî gelê kurd li her çar parçyên Kurdistanê û li derveyî welêt hersal vê rojê bi bîr tînin û pîoz dikin.

Di wê serdemê de rojnameya kurdistan bi rolekî girîng radibû bi gihandina zanyarî û bûyerên navçeyî , cîhanî û Kurdistanî, Lewre rewşenbîr û pêşngê gelê kurd Miqdad Midhet Bedirxan ev valahî dît û bi xebateke bêhempa ev valahî bi weşandina rojnameya Kurdistan dagirt û bû destpêkek ji bo rojnamegeriya kurdî, û niha jî bûye dîrokeke giranbuha di rojnamegeriya kurdî de.
Miqdad Midhet Bedirxan, bi xwe sedema weşandina rojnameyê wiha tîne zimên:

“ Di dema me ya îroyîn de, êdî her tiştên ku li dinyayê diqewimin, ji hêla rojnameyan ve tên nivsandin û ragihandin. Gelek tiştan em ji rojnameyan fêr dibin. Lê mixabin, kurd, ên ku hew çend wêrek, agîd û merd in, ji tiştekî wiha kêrhatî kêm mane. Ez jî vê rojnameyê derdixim da ku, we kurdan ji qewimînên dinyayê agahdar bikim, reyên zanistî û merîfetê nîşanê we bidim û we teşwîqê nivsandin û xwendina kurdî bikim…”

Di vê rojnameyê de ezê qala qenciya zanyariyê û têgihîştinê bikim; li kuderê mirov fêr dibe, li kuderê xwendingeh û dibistanên qenc hene, ezê nîşanî kurdan bidim; li kuderê çi şer dibe, dewletên mezin çi dikin, çawa şer dikin, tîcaretê çawa dikin; ezê qala hemûyan bikim.»
Rojnameya Kurdistan li serhev 31 hejmar derketin. Miqdat Midhet Bedirxan 5 hejmarên pêşîn derxistine, Lê ji ber zordestiya dewleta osmanî Miqdat Midhet Bedirxan nema karibû derxista, Lewre birayê wî Ebdilrehman Bedirxan rojname berdewam kir. Ebdilrehman Bedirxan jî ji ber zilma dewleta Osmanî, piştî Qahîreyê, li Swîsre û Îngilîstanê dest bi derxistina rojnameya Kurdistan kir. Rojnameya Kurdistan li ser hev 31 hejmarên wê derketin (Hejmar 1, 1898- hejmar 31, 1902).

Hejmarên 1’ê heya 5’an li Qahîreyê, hejmara 6’an heya 9’an li Cinêvê li Swîsrayê, hejmara 20’an heya 23’an dîsan jî li Qahîrayê, hejmara 24’an li Londonê, hejmara 25’an heya 29’an li Folkistona Başûrê Îngilîstanê û hejmara 30’î heya 31’ê careke din li Cinevê hate weşandin.
Di heyama 47 meh û 22 rojan de, di rewşeke dijwar de 31 hejmar hatine weşandin. Di 13’ê Nîsana 1909’an rojnameya «Kurdistan» ji aliyê Osmaniyan ve hate rawestandin.

Bi derketina rojnameyên kurdî re bîr û bawerî, zanîn û kultura rewşenbîrî ya nûjen û hişyarbûna netewî ya kurdî dest pê kir. Ji wê rojê de têkoşîna rêxistinî û rojnamegerî ya gelê kurd li seranserî Kurdistanê dest pêkir.
Di vê derbarê de Li Kurdistana Sûriyê jî tevî ku astengî û çav soriya rêjîma Bes a şovînî li ser gelê kurd Lê xebatek ragihandinî hêja hatiye kirin û gelek rojname û kovar bi zimanê kurdî hatine weşandin wek :

Dengê Kurd , Dîmoqratî , Gulistan , Kurdax , Zanîn , Pêşverû , Aso , Gelawêj ,Hêvî , Pirs , Newroz , Deng , Stêr , û gelek rojnameyên din.
ji ber çav sorî û hovîtiya dagîrker û karbidestan Gelek rojnamevanên kurd li her çar parçeyên Kurdistanê hatine zîndan kirin û kuştin, Di salên 90î de li Kurdistana Bakur, rojnamevanên paye bilind û navdar wek Mûsa Enter, Huseyin Deniz, Medet Serhat, Hafiz Akdemir û hîn gelekên din ji aliyê dewleta Turkiyê ve hatine kuştin.

Bi helkefta 122 saliya rojnameya Kurdistan ez germtirîn pîrozbahiyan pêşkeşî gelê xwe û hemî hevalên xwe yên rojnamevan û medyekar dikim , û cejina hemî nivîskarên gelê kurd pîroz dikim, û hêviya min ewe ku xebat û tekoşîna malbata Bedirxaniyan bibe ronahiyek ji rêya xebata rojnamevanên Kurd û rojnamegeriya kurdî re.

Silav li giyanê Diktor.Kamîran , Diktor Nûredîn Zaza , Rewşen Bedirxan , Qenatê Kurdo ,Hemreş Reşo û Mamoste Cegerxwîn .

Silav li giyanê hersê rojnamevanên hêja : Ferhad Çelebî , Rezoyê Osê ,û Selah Berwarî

Sed silav li giyanê Mîr me Miqdad Midhet Bedirxan

Pêşketin ji Ragihandina Kurdî re


  22 / 4 / 2020                                                 

Hişmend Şêxo
Endamê Komîta Navendî Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket