YNKê û PDKê wê rewşa heyî gotûbêj bikin

kurdistani 02:37 PM - 2020-04-21
.

.

Her du partiyên sereke YNKê û PDKê wê rewşa heyî gotûbêj bikin

Biryare ku her du partiyên sereke li Herêma Kurdistanê sibê roja çarşemê derbarê gotûbêjkirina rewşa giştî li Herêma Kurdistanê û aloziyên heyî lihev bicivin û dilyalogê bikin.

Li gorî zanyariyên ku gihîştine PUKmedia`yê ku Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê û Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK)ê wê roja çarşemê 22-4-2020`an civîneke hevbeş li bajarê Hewlêrê li dar bixin.
Her weha şandeya YNKê ku pêktê ji Rizgar Elî, Şalaw Elî Eskerî, Derbaz Kosret Resûl, Soran Tahir û Burhan Seîd Sofî..

Her weha wê di wê civîna du qolî de rewşa heyî û pêşketinên dawî û ew alozî û neliheviya ku li navçeya Zînî Wertê û pêkanîna hikûmeta nû ya Êraqê bi berferehî gotûbêj bikin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket