YNK; Alîkariya bijîşkî pêşkêşî Rojavayê Kurdistanê kir

kurdistani 09:56 PM - 2020-04-20
.

.

YNKê alîkarî û hevkariyên tenduristî û bijîşkî pêşkêşî Rojavayê Kurdistanê kir.

Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê tekez kir ku wê di şandin û pêşkêşkirina alîkariyên bijîşkî ji bo Rêvebiriya Xweser a Rojavayê Kurdistanê dirêjpêder bin.

Her weha ev alîkarî û hevkarî bi serdana şandeya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê ku endamê politburoya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê û berpirsê mekteba peywendiyên YNKê Dr. Soran Cemal Tahir bi hevrêtiya endamê serkirdeyetiya YNKê mamoste Îkram Elî û endamê mekteba peywendiyan mamoste Xalid Xidir ku bi navê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê  YNKê ew alîkarî pêşkêşî nûneretiya Rêvebiriya Xweser a Rojavayê Kurdistanê li Silêmaniyê hat kirin.

Piştî serdanê kongireyeke rojnamevanî hat lidar xistin û tê de berpirsê mekteba peywendiyan ê YNKê ragiahnd; YNKê ji xala parastina li hemberî belavbûna vîrusa Koronayê li Rojavayê Kurdistanê, kamyonek derman û kelûpelên tenduristî û bijîşkî pêşkêşî rêvebiriya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê kir.

Di dirêjahiya axiftina xwe de, Dr. Soran aşkire kir ku Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê herdem di qonaxên zor û zehmet de di demên berê di serdema cenga li dijî DAIŞê de alîkarî û hevkariya Rêvebiriya Xweser a Rojavayê Kurdistanê kiriye û ti caran me ew bernedan û em hevkar bûn. Her weha niha jî di serdema Korona de jî em li kêleka wan diwestin û alîkariyên tenduristî û bijîşkî pêşkêşî parçeyên din ên Kurdistanê dikin.

Ji aliyê xwe ve jî berpirsa nûneretiya Rojavayê Kurdistanê Norşan Hisên alîkarî û hevkariyên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê  ji  Rojavayê Kurdsitanê re pir bilind nirxand û hewldanên YNKê ên berdewam ji bo destekdabn û alîkariya Rojavayê Kurdistanê di qonaxên cuda cuda de cihê rêz û pêzanînê li qekem da.

Tekez kir ku ew bi hêvî ne ku ew peywendî û hemahangiya di navbera YNKê û Rojavayê Kurdistanê de berdewam û bihêz be û di hemû derfetan de be û dirêjpêdana şandina alîkariyên bijîşkî ji bo Rojavayê Kurdistanê li hemberî belavbûna vîrusa COVID-19.

HÛN DIKARIN LI VIR TEMAŞE û GUHDAR BIKIN...

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket