PUKmedia hejmara pêketiyan aşkire kir


8/4/2020 19:05:00
Çapkirin
     .

PUKmedia hejmara pêketiyan vîrusa COVID-19 ji xwendevan û şopênerên xwe re aşkire kir.

Tenduristiya Silêmaniyê saxbûn û başbûna tenduristiya hejmarek ji nexweşên pêketiyên vîrusa Koronayê di nexweşxaniyên Silêmaniyê de dan ragihandin.

Di wê barê de peyvdarê fermî yê rêvebiriya tenduristiya Silêmaniyê DR. Yad Neqeşbendî bi riya belavokê ragihand ku hejmara pêketiyên bi vîrusa Koronaê 18 kes in.

Her weha berpirsê navendên kevrên tenduristiyê li Silêmaniyê Biryar Azad ji PUKmedia1yê re aşkire kir ku hejmara gumanlêkiriyên di navendên kevrên tenduristiyê li Silêmaniyê pir kêmbûne .

Di daxuyaniya xwe ji PUKmedia`yê re Azad dazanîn ku kevrên tenduristiyê bi 2 beşa ye, beşek di hotêl û motêl û cihên geştyariyê de ne û beşek jî di navendên taybet ên kevrên tenduristiyê de ne ku hejmara wan bi giştî 121 kes in.

Ji aliyekî din ve jî ku rêvebirê giştî yê tenduristiya Silêmaniyê Dr. Sehbah Hewramî aşkire kir ku hejmara pêketiyên korona pir kêm bûne û gelek ji wan tenduristiya wan sax bûne û ev yek naye wê wateyê ku êdî metirsiya Korona nemaye.

PUKmedia


 

Dageha Ewropayê Tirkiye şermezar kir


Dageha bilind a mafên mirovan a Ewropayê Tirkiye bi tundî şermezar kir.

Dadgha mafên mirovan ya Ewropayê hewldanên Erdoxan bi girtin û toqandina we...


»  Bijîşkekî kurdê Kerkûkê bi Koronayê jiyan ji dest da
»  Keçkeke kurd bi Koronayê jiyan ji dest da
 

Helîm Yûsif : Elî şemdîn û (Deriyê Din) 1


Di (13/8/2017)`an de, li bajarê Silêmaniyê, Helîm Yûsif (Nivîskar û pêşkêşkarê bernama Deriyê Din, di kenala Ronahî.tv de), e...


»  Xwedî Peyv im
»  Zarokeke Efrînî 13 salî kilpeke bedew derxistiye
 

Ziman nasnameya gelan e


Di serî de, ji bo vê roja pir pîroz û watedar, ez we tevahiyan bi zimanê zikmakî ya Kurdî û Kurdistanî silav dik im û çavên ...


»  Di bîranîna 122 saliya Roja Rojnamegeriya Kurdî de
»  COVID-19 guhertina sîstema gerdûnê ye

Karîkator