Talebanî jibo valahiya ewlekariyê hişyarî da

kurdistani 09:24 AM - 2020-04-08
Talebanî jibo valahiya ewlekariyê hişyarî da

Talebanî jibo valahiya ewlekariyê hişyarî da

Cîgirê serokê hikûmeta herêma Kurdistanê Qubad Talebanî ji ber êrişên terorîstên DAŞÎê bi ser  deverên di navbera hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û Artêşa Federal de hişyarî da.

Talebanî di daxuyaniyekê de ragihand ku terorîstan ji valahiya di navbera Pêşmerge û Artêşê de sud wergirtibû û êrîşa xwe pêk anîbûn ,destnîşan jî kir ku beriya salekê rewşa wê deverê gelkî baş bû .

Wî zêde kir ku di her derfetekê de çete êrîşî hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û Asayîşê dikin lê pêşmergeya êrîş têkbirin lê mixabin ku di encamê de 2 pêşmerge şehîd ketin .

Wî tekez kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê zêdetir hewildanên xwe bi hikûmeta federal re bike da ku valahiya ewlehiyê tijî bike û tevgerên terorîstî yên bi vî rengî bi dawî bîne, sersaxî ji malbata du şehîdan re xwestin û hêvî kirin ku cihê wan buheşt be û dilovaniya Xwedê li herdikan be.

PUKmedia taybet

zêdetir tamaşe bike

Balyozê Fînlandiyayê li Iraqê

Kurdistan 05:43 PM - 2024-04-16 Serok Bafil: Em girêdayî aramiya welat in

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket