Hewlêr; 13 navçe xistin kevrê tenduristiyê

kurdistani 01:14 PM - 2020-04-07
.

.

Li parêzgeha Hewlêrê paytexta Herêma Kurdistanê 138 kes pêketine û 22 jî sax bûn 13 navçe xistin kevrê tenduristiyê.

Rêveberiya giştî ya Hewlêrê aşkire kir ku îro roja sêşemê hejmara kesên bi Korona ketine û ên sax bûne û xistina 13 navçeyan di kevrê tenduristiyê de aşkere kir.

Di wê barê de, rêvebirê giştî yê tenduristiya Hewlêrê Dilovan Hesen di heyama kongireya rojnamegerî de ku PUKmedia`yê dişopand ragihand ku hejmara bi vîrusa Korona ketine gihîşte 138 kes û 22 kes jî sax bûne û hîn jî 118 kes jî di rewşa kevrê tenduristiyê de têne derman kirin ku di 4 nexweşxaneyên Hewlêrê de ne.

Di dirêjahiya daxuyaniya xwe de Dr. Dilovan Hesen aşkire kir ku hejmara kesên ku ketine kevrê tenduristiyê û navçeyên cudakirî 3095 kesin û heya niha 679 kes li wir mane .

Her wea di dawiya wê konferansê de Dr. Dilovan Hesen aşkire kir ku wezareta tenduristiya Herêma Kurdistanê dabû zanîn ku 13 cih û navçe li Hewlêrê xistine kevrê tenduristiyê 2 cih li navçeya Soran û 2 jî li sînorê Hewlêrê û 9 taxên nav bajarê Hewlêrê ne.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket