Xetên avê yên Hesekê tên sererastkirin

kurdistani 10:49 AM - 2020-04-05
Xetên avê yên Hesekê tên sererastkirin

Xetên avê yên Hesekê tên sererastkirin

Hevseroka Rêveberiya Avê ya Kantona Hesekê Sozdar Ehmed piştrast kir ku hîn kar û xebata dayîna avê ji bajarê Hesekê re berdewam dike, her wiha zirara artêşa Tirk gihandine tora kehrebeyê ya bajarê Til Temirê jî hate sererastkirin.
Beriya du rojan artêşa Tirk û çeteyên wê xetên avê yên ku avê didin bajarê Hesekê bi topan kirin armanc, di encamê de ev bû pênc car ku av li ser bajêr qut dibe.

Tîma sererastkirinê û komîteyên taybet ên Şaredariya Gel ên bajarê Til Temirê dest bi sererastkirina xetên avê kir da ku ji nû ve avê bidin bajêr.
Sozdar Ehmed da zanîn ku beriya 2 rojan artêşa Tirk xeta sereke ya ava li stasyona Elok kir armanc, ji ber vê yekê av li ser bajarê Hesekê û Til Temrê qut bû,destnîşan kir ku tîmên sererastkirinê wê di erk û xebat de berdewam bin heta ku çareseriyekê jêre dîdinin.

Li milekî din hevserokê rêveberiya Avê ya Til Temirê Xalid Mihemd Elo bang li aliyên misoker kir ku binpêkirinên artêşa Tirk û çeteyên wê yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê asteng bikin.

PUKmedia/ Anha

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket