Malbenda YNKê ya Bexdadê; Qirkirina Kurdên Feylî ji ber nasname û mezheb bû


4/4/2020 19:59:00
Çapkirin
     .

Berpirsa Malbenda Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê ya li Bexdadê bi boneya salvegera 40`mîn ya qirkirina kurdên Feylî belavokek weşand ku wêneyek ji PUKmedia`yê re hatibû, bi vê rengî me jî wergerand û weûand;

Bi boneya 40 salvegera kuştin û enfalkirin û qirkirina kurdên Feylî, dirud ji bo rewanên wan pakrewanan û silav li malbat û xwedanên wan teva be.

Her heya niha ku hejmarek mezin ji wan malbatan der ber derî welatan e û nikarîbûn bibin xwedî nasname û nasandina xwe ya rasteqîne. Rêjîma Baes ji ber kurdbûna wan û ji ber mezhebgeriya wan xwest ku bi yekcarî kurdên Feylî ji holê rake û qir bike.

Hezar silav ji bo giyana pak ya hemû pakrewanan

Temen dirêjî û selametî ji bo tevahiya xwedanên pakrewanan û malbatên bi darê zorê ji mal û navçeyên wan hatine derxistin ku hemû kurdên Feylî bûn û hezar silav û pat li rewanpakiyan pakrewanên wan ên di wê karesetê de hatine şehîd kirin.

Heya niha ew malbatên ku bi darê zorê hatine derxistin nasnameyên xwe bi dest nexistine û cih û warên xwe jî peyda nekirine. Rêjîma Baes dest bi qirkirina bi komî kir ew jî ji ber du sedeman, sedema yekê ew e ku bi regez kurd in û sedema duyemîn jî ewe ku bi mezheb şî`ane ji ber wê jî xwest bi yekcarî kurdên Feylî qir bike û ji kokê ve rake.

Hezar silav li rewanpakiya pakrewanan

Silav û temendirêjî ji xwediyên wan re ên ku di jiyan de mane

Rabihe Hemed
Berpirsê malbenda rêxistinên YNKê li Bexdadê

PUKmedia
 


 

Dageha Ewropayê Tirkiye şermezar kir


Dageha bilind a mafên mirovan a Ewropayê Tirkiye bi tundî şermezar kir.

Dadgha mafên mirovan ya Ewropayê hewldanên Erdoxan bi girtin û toqandina we...


»  Bijîşkekî kurdê Kerkûkê bi Koronayê jiyan ji dest da
»  Keçkeke kurd bi Koronayê jiyan ji dest da
 

Helîm Yûsif : Elî şemdîn û (Deriyê Din) 1


Di (13/8/2017)`an de, li bajarê Silêmaniyê, Helîm Yûsif (Nivîskar û pêşkêşkarê bernama Deriyê Din, di kenala Ronahî.tv de), e...


»  Xwedî Peyv im
»  Zarokeke Efrînî 13 salî kilpeke bedew derxistiye
 

Ziman nasnameya gelan e


Di serî de, ji bo vê roja pir pîroz û watedar, ez we tevahiyan bi zimanê zikmakî ya Kurdî û Kurdistanî silav dik im û çavên ...


»  Di bîranîna 122 saliya Roja Rojnamegeriya Kurdî de
»  COVID-19 guhertina sîstema gerdûnê ye

Karîkator