40`mîn salvegera qirkirina kurdên Feylî


4/4/2020 16:36:00
Çapkirin
     40 sal bi ser qirkirina kurdên feylî derbas dibe

40 sal bi ser operasyonên rêjîma Sedam Hisên ya qirkirina kurdên Feylî re derbas dibe û heya niha çarenivîsa wan ne diyar ye.

40 sal beriya niha, li Bexdad û bi taybet li Şurceyê û Çiwadêr û Cemîliye û navçeyên ser bi Diyalayê wek Xaneqîn, Celûla, Mendelî, Bedre, Jasan, Beled Ruz, Baquba,Elmansuriye, Muqdadiye, Qazaniya Elcedîd, Sadiye û cihên ku kurdên me yên Feylî tê de dijiyan, rêjîma Bees ya dîktetor Sedema Hisên yê xwînxwer, dest bi operesyonên qirkirin û jinavbirina regezî li dijî gelê kurd yên Feyîlî birêve bir û yê ku girtin tev şehîd kirin û yên ku negirtin jî bi komî dersînor kirin ber bi Êran û Rojhilata Kurdistanê derbas bûn.

Gelek rastî hene ku ew jî tê destnîşankirin ku Kurdên Feylî beşekî resene ji civaka Kurdî û  yekemîn qurbanên destê rejîma berê ya Êraqê a xwînvexwer e, lji ber wê yekê jî, çavdêrên siyasî dibêjin ku divê wek Kurdên resen û xwediyên xebat û têkoşîna netewî ew werin naskirin û bi wan re danûstandin were kirin.’‘

Her weha di barê komkujiya li dijî kurdên Feyîlî de, li gor Navenda Dokumentasyonê ya CHAK ê ku zarokên 12-17 salî hatin zîndanî kirin û winda kirin. Heya niha tu kes nizane ku çi hate serê wan wek komkujiya Dêrsim û Efrînê û Anfal an.

Ji ber fişarên giran û rewşa nexweş bi 10 hezaran Kurdên Feylî neçarbûn ku, Êraqê bi cî bihêlin û berê xwe bidin welatê xerîbiyê, Ewropa, Emerîka û Awusturalyayê. Bi hezaran Kurdên Feylî li Swêdê bi cî bûn û Swêd bû welatê wan yê duwem.

Paşê, Serokwezîrê berê yê Êraqê Nuri el Maliki di axaftina xwe ji bo Kurdê feylî eşkere kir ku, hejmare Kurdên Feylî yên winda zêdeyî 20 hezar kesan e.

Biryara 666 ya rejîma Êraqê .....Konseya Şoreşa Êraqê (Revolution Command Council) di 7 gulana 1980 de biryarek girt. Biryara 666, benda hemwelatîbûna Êraqê ji nû ve formule dikir.

Li gorî biryarê kesên ne ereb, ku bi xaka welatî re ne rast in, li dijî pêşketina welatî ji awira neteweperestî û civakî xebatê dikin, dê hemwelatîbûna wan bi dawî were û bêne sirgonkirin, ji welat bêne derxistin. Biryar ji aliyê “dîktatorê Êraqê Sadam Hisêyn ve hatibû îmze kirin û di rojnameya fermî El-Waqae al-Iraqie, hejmara 2776, 1980-05-26” de hatibû belavkirin.

PUKmedia


 

Dageha Ewropayê Tirkiye şermezar kir


Dageha bilind a mafên mirovan a Ewropayê Tirkiye bi tundî şermezar kir.

Dadgha mafên mirovan ya Ewropayê hewldanên Erdoxan bi girtin û toqandina we...


»  Bijîşkekî kurdê Kerkûkê bi Koronayê jiyan ji dest da
»  Keçkeke kurd bi Koronayê jiyan ji dest da
 

Helîm Yûsif : Elî şemdîn û (Deriyê Din) 1


Di (13/8/2017)`an de, li bajarê Silêmaniyê, Helîm Yûsif (Nivîskar û pêşkêşkarê bernama Deriyê Din, di kenala Ronahî.tv de), e...


»  Xwedî Peyv im
»  Zarokeke Efrînî 13 salî kilpeke bedew derxistiye
 

Ziman nasnameya gelan e


Di serî de, ji bo vê roja pir pîroz û watedar, ez we tevahiyan bi zimanê zikmakî ya Kurdî û Kurdistanî silav dik im û çavên ...


»  Di bîranîna 122 saliya Roja Rojnamegeriya Kurdî de
»  COVID-19 guhertina sîstema gerdûnê ye

Karîkator