Ji HSD re amûrên korona peyda kirin

kurdistani 11:33 AM - 2020-04-04
Ji HSD re amûrên korona peyda kirin

Ji HSD re amûrên korona peyda kirin

Hevpeymaniya Navdewletî amûrên vîrusa koronaya nû (COVID-19) ji bo HSDê dabînkirin.

Di daxuyaniyekê de, Hevpeymaniya Navdewletî di çarçova tedbîrên rêlibergirtina belavbûna vîrusa koronayê, li Heseke û Şedadê bi nirxê 1.2 milyon dolarî pêdawîstî dabîn kirin.
Hevpeymaniya Navdewletî amaje bi wê kiriye, COVID-19 bûye sedem ku çavkaniyên bijîşkî li seranserê cîhanê kêm bibin û tekez kiriye, armanca vê piştgiriyê ewe ku amûrên pêwîst bigihêjin HSDê da ku nehêle vîrus zêdetir li nav gel belav bibe.
Cîgirê Birêveberê Têkiliyên Sivîl ê Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAIŞê Kolonel Brian Henderson diyar kiriye, "Di vê deme de hevpeymanî dê piştgiriya xwe ji bo xebatên HSD berdewam bike lepik û mask jêre dabîn kirine.”

Herwiha hatiye gotin, “Parastina tenduristî û ewlehiya kesên desteserkirî tiştekî bingehîne ji bo ku rê li ber tundûtûjî û hewlên revê were girtin. Hevpeymanî ji bo piştgiriya hevbeşên me yên ewlehiyê, perwerdehî û amûran dide da ku bikarin peywira xwe ya giring pêk bînin û nehêlin DAIŞ careke din serî hilde.”

Berdevkê Hevpeymaniyê Kolenel Myles B. Caggins jî tekez kiriye, “Hevbeşên me li Sûriyeyê bêtirî 20 kampên desterkirina DAIŞê kontrol dikin û bi temamî berpirsyarên sexbêriya wan in" û got, “Di bin madeya 1209ê ya Dewletên Yekbûyî ya Destûrdana Parastina Neteweyî ya 2015an, Fonkirin û Sazkirin (CTEF) alîkariya diravî jî dide HSDê da ku operasyonên xwe yên li dijî DAIŞê pêk bîne. ”

PUKmedia/Ajansan

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket