Herêm; 14 pêketiyên din hatin tomar kirin

kurdistani 08:16 PM - 2020-04-03
Herêm; 14 pêketiyên din hatin tomar kirin

Herêm; 14 pêketiyên din hatin tomar kirin

Li Herêma Kurdistanê 14 pêketiyên din ên bi vîrusa COVID-19 hatin tomar kirin.

Îro roja înê 3-4-2020`an, wezareta tenduristiya Herêma Kurdistanê tomarkirina 14 pêketiyên din ên vîrusa COVID-19 Koronayê da ragiahndin.

Wezareta tenduristiya Herêma Kurdistanê di belavoka xwe de aşkire kir ku pişkinîn û teqîkirina li ser belavbûna vîrusa COVID-19  dirêjpêderin.

Her weha wezareta tenduristiya Herêma Kurdistanê di wê belavokê de aşkire kir ku hejmara welatiyên ku heya niha di hundirî kevra tebduristiyê de ne 6116 kesin ku li 29 cihên cur bi cur in û li Hewlêrê 665 kesin û li Silêmaniyê 170 li Silêmaniyê ne, 727 li Duhokê û 48 kes li Helebçe û 3 li Germiyan û 34 li Raperîn her weha 4469 kes ji ji kevrê tenduristiyê derketine û vegeriyane malên xwe.

Her weha teqîkirinên pijîşkî ji bo 1040 kesî hatiye kirin ku  li Hewlêrê 829 kes û li Silêmanî 122 û li Duhok 89 kes û encamên wan pişkinînan derket ku 14 welatiyên nû bi vîrusa Koronayê ketine ku 3 kes li Hewlêrê mêrekî 51 salî  ku nû ji derva hatibû, jinek temen 22 salî û zarokek 9 salî ne.
Li Silêmanî mêrek 50 salî ji Derbendîxanê ye ji ber kesên din vîrus vegirtiye û 5 kesên din temen 51-25-24-23-23- salî ne li gel 2 jinên din temen 29 û 27 salî ne encama vegirtin ji kesên berê ku ji Êranê hatibûn.

Li Helebçe 3 kes hne ku zarok in temen 9 û 5 û yek salî ne hemû ji yek malbatê ne di encama vegirtina ji hev du.

Hejmara giştî yên ku bi korona ketine li Herêma Kurdistanê gihîşt 204 kesan û 62 kes jî baş û sax bûne û ewên din jî bi gihîştî di hundirî kevrê tenduristiyê de ne.

Di dawiya daxuyaniya xwe de wezarta tenduristiya Herêma Kurdistanê spasiya welatiyan kir ku pabendin bi rênmayên tenduristiyê û daxwaz kir ku di mal de bin û her tiştek bibe yekser telefona hêla 122 bikin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket