Rewşa awerte 10 rojên din hat dirêj kirin

kurdistani 06:15 PM - 2020-03-31
.

.

Hatûçûna nav bajar û dervayî bajaran û rewşa awerte li hemberî vîrusa Koronayê li Herêma Kurdistanê hat dirêj kirin.

Îro roja sêşemê 31-3-2020`an, ji bo berhevî û rûbirûbûna li hemberî belavbûna vîrusa COVID-19`an, wezîrê navxwe ya Herêma Kurdistanê ragihand; Heya 10 rojên din rewşa awerte û qedexekirina hatûçûnê hat ragiahndin.

Di heyama Konferansa rojnamegerî de, wezîrê navxwe ya Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed ragiahnd ku wê sibê 1-4-2020`an rewşa awerte û qedexekirina hatûçûnê dest pê bike heya roja 10-4-2020`an demjimêr 12ê bi şev bê dirêj kirin.

Wezîrê navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed di dirêjahiya daxuyaniya xwe ji rojnamevanan re aşkire kir ku wê hatûçûna geştyaran heya 10ê Nîsanê qedexe be.

Her weha sebaret bi tevgera bazirganîli Herêma Kurdistanê jî aşkire kir ku wê tevgera bazirganiyê bi heman awayeyî dema pêş be û spasiya welatiyan kir ku pabendbûn bi rênmayan.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket