Li Hewlêrê pêketeke din bi Korone hat tomar kirin

kurdistani 09:43 AM - 2020-03-31
Li Hewlêrê pêketeke dinbi Korone  tomar bû

Li Hewlêrê pêketeke dinbi Korone tomar bû

Li gor ragihandina Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê îro ku li Hewlêrê kesekî din bi vîrusa COVID-19 ketiye, jineke 22 salî ye .

Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniya xwe ya îro de dibêje: Di berdewamiya pişkinînan û lêgerîna li pey kesên gumanlêkirî, pêketeke nûh ya tûşbûna vîrusa korone COVID-19 li bajarê Hewlêrê hat destnîşankirin, ku jineke 22 salî ye û berkevtiya tûşbûyeke ji taxa Xelîfanê ye.
Li gor amarên ku Wezareta Tendirsutiyê belav kirine, hejmara giştî ya tûşbûnê li Herêma Kurdistanê gihîşte 162 kesan, ku 57 kes ji wan baş bûne û ji destpêkê ve heta niha 2 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket