Nirxê petrolê di bazarên cîhanê de berdewam e li ser daketinê

kurdistani 01:11 PM - 2020-03-30
Nirxê petrolê di bazarên cîhanê de berdewam e li ser daketinê

Nirxê petrolê di bazarên cîhanê de berdewam e li ser daketinê

Di çarçoveya belavbûna vîrusa Koroneyê l cîhanê bihaya petrolê di bazarên cîhanê de daketiye û her bermîleke petrola Brent îro gihîşte 20 dolaran.

Bihaya petrola Brentê bi rêjeya % 6.7 wate 1 dolar û 69 sentan daketibû û her bermîlek di destpêka rojê de bi nirxê 23 dolar û 25 sentan kirîn û firotin pê hatibû kirin,lê piştre zêdetir nirx daket ,nafta Têksas yê Amerîkî jî daket 20 dolaran.
 
Kêmbûna daxwaza bo petrolê li ser asta cîhanî û bi taybet ji ber belavbûna vîrusa Koronayê, herwiha rêknekevtina Siûdiye û Rûsyayê li ser kêmkirina berhemanîna petrolê wek sedemên sereke yên daketina nirxê petrolê tên dîtin.
pisporê saziya Aksî Kor ya xizmetguzeriya dereyî Stîvin Ênîs aşkire kir ku bihaya daketina petrolê hîn li ber daketinê ye .

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket