Fethula Huseynî; Rêjîma ji goftuguyan re ne dirust e

kurdistani 05:44 PM - 2020-03-28
Siyasetvan Fethula Huseynî

Siyasetvan Fethula Huseynî

Serkirdeyekî Rojavayê Kurdistanê ji PUKmedia`yê re ragihand; Rêjîma ji pêngavên goftuguyan re ne dirust e û têk dide.

Hinek kenalên ragihandinan derbarê lihevkirina Encûmena Sûriye Demokratîk (MSD) û hikûmeta Sûriye bi hevrêziya Rûsyayê agahî weşandine, û Neteweyên Yekbûyî jî ji bo mijara rawestandina agir tako vîrusa Koronayê venegire bi spasî pêwazî li biryara Hêzên Sûriye Demokratîk HSDê kir.

Di wê barê dem endamê nûneretiya Rojavayê Kurdistan û Bakurê Sûriye li Herêma Kurdistanê ji PUKmedia`yê re ragihand; Destpêşxeriya diyalogê ji aliyê Encûmena Sûriye Demokratîk ve ye, her weha hewildanên nû jî hene, lê ew pêngavên ji aliyê rêjîma Sûrî ve ne dirustin, rayedarên rêjîma Sûriye herdem bilezgînî têk didin.

Di dirêjahiya daxuyaniya xwe de Endamê serkirdeyetiya Partiya Çep a Kurd Fethula Huseynî dazanîn ku Ew fişarên Rûsî li ser hikûmeta Sûriye pir kême û têrê nake û ew agirbesta ku ji aliyê HSDê ve hatiye ragihandin bilind hat nirxandin.

Serkirdeyê Rojavayê Kurdistanê di dawiya axiftina xwe ji PUKmedia`yê re tekez kir ku Hêzên Sûriye Demokratîk HSDê kar ji bo dîtina çareseriyeke an jî rêkevtineke siyasî li benda despêşxeriyê û bersiveke hevbeşe çi ji Sûriye û çi ji Tirkiyê be, tako bibin bersiva ew meydanxwendinê îro hene.

Hêjayî gotinê ye ku di 24-3-2020`an de dema ku HSDê agirbest da ragiahndin, ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve pir bilind hat nirxandin ew pêngav li ser bangwaziya Neteweyên Yekbûyî bû ku li hemberî vîrusa Koronayê her kes û alî dest bi ragihandina agirbestê bikin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket