Silêmanî, 2 pêketiyên vîrusa COVID-19 sax bûn

kurdistani 04:28 PM - 2020-03-28
2 pêketiyên vîrusa COVID-19 sax bûn

2 pêketiyên vîrusa COVID-19 sax bûn

Li bajarê Silêmaniyê 2 pêketiyên vîrusa COVID-19 sax bûn.

Îro roja şemiyê 28-3-2020`an, rêvebirê giştî yê tenduristiya Silêmanî saxbûna tenduristiya 2 nexweşên vîrusa Koronayê ragihand.

Di wê barê de rêvebirê giştî yê tenduristiya Silêmaniyê Dr. Sebah Nesredîn Hewramî ragihand; Li bajarê Silêmaniyê 2 kesên ku bi vîrusa Koronayê ketine piştî dermankirina wan baş û sax bûn. Aşkire kir ku ew her du kes ji nexweşxaneyê derketin û vegeriyan malên xwe.

Di dirêjahiya daxuyaniya xwe de ku PUKmedia`yê dişopand, Dr. Sebah Hewramî amaje bi hejmara ew kesên ku ji vîrusê rizgar bûne û vegeriyane malên xwe gihîşte 50 kes.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket