Amerîka: Hijmara tûşbûyên Koronayê 100 hezar kes derbas kir

kurdistani 09:54 AM - 2020-03-28
Amerîka: Hijmara tûşbûyên Koronayê 100 hezar kes derbas kir

Amerîka: Hijmara tûşbûyên Koronayê 100 hezar kes derbas kir

Li Amerîkayê hejmara kesên bi vîrusa Koronayê ketine 100 hezar vegirt derbas kir û hejmara miriyan jî gihişt 1536 kesan, ku vegirtên Koronaya nû (COVID-19) bû 100 hezar û 37 kes.

Her wiha hijmara kesên ku ji ber vîrusa Koronayê canê xwe ji dest dane jî gihişt hezar û 536 kesan,bi vê yekê Amerîka li cîhanê yekem welate ku zêdetirîn tûşbûyên Koronayê lê hatine tomarkirin û piştî wî Îtaliyayê tê ku 86 hezar derbas kiriye ku li Çînê 81340 vegirt bûn.

Li gor dawîn zanyariyan jî hejmara tûşbûyên Koronayê li seranserê cîhanê jî gihişt 597 hezar û 458 kesan, li seranserê cîhanê zêdetirî 27 hezar kesan bi vîrusa Koronayê canê xwe ji dest dane.


PUKmedia/Ajansan

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket