Parlementereke YNKê;Em ne bi lêborîna giştî re ne

kurdistani 05:26 PM - 2020-03-26
.

.

Parlementereke ser bi lîsteya YNKê em wek freksyona YNKê ne bi lêborîna giştî re ne û pêwîste lêborîn taybet be.

Derbarê biryara lêborîna giştî ji girtiyên di zîndanan de, endama parlemana Êraqê li ser lîsteya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê û endama komîteya yasa di encûmena nûneran de Almaz Fadil ragiahnd ku ti biryar ji bo lêborîna giştî ji girtiyan re tune ye, lê ew li gel wê yekê ne ku biryar taybet be ne giştî be.

Endama lîjneya yasa di Encûmena Nûneran a Êraqê de Almaz Fazil aşkire kir ku ji ber belavbûna vîrusa Koronayê li Êraqê, hewldanek ji bo azadkirina girtiyên di zîndanên Êraqê de heye, lê dazanên ku em li gel azadkirin û lêborîna giştî nînin. Ji ber ku bi sedan girtiyên terorîst hene û destên wan di rijandina xwîna gel de hene.

Alman Fazil aşkire kir ku ew bi wê yekê re ne ku dema ku lêborî pêk were, ew kesên terorîst û destên xwe di rijandina xwîna zarokên vî gelî de hene neyên berdan û ew di nava proseya lêborînê de cih negirin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket