​​​​​​​Macron destpêkirina operasyonek leşkerî li dijî Korona ragihand

kurdistani 09:08 AM - 2020-03-26
​​​​​​​Macron destpêkirina operasyonek leşkerî li dijî Korona ragihand

​​​​​​​Macron destpêkirina operasyonek leşkerî li dijî Korona ragihand

Serokê Fransa Emmanuel Macron destpêkirina operasyonek leşkerî bi navê `Operasyona berxwedanê` li dijî belavbûna vîrûsa korona  ragihand.

Emmanuel Macron di kongreyek çapemenî de li ber nexweşxaneya leşkerî ya meydanî li bajarê Moloz li bakur rojhilatê got: "Piştî şêwiriya bi wezîrê artêşan Florence Barley re min biryara destpêkirina Operasyona berxwedanê da. Ev operasyon wê ji Operasyona Santinel cudatir be. Armanca wê jî alîkariya hemwelatiyan li ser astên tenduristî û lojistîk e."

Macron wiha domand: "Niha hilîkoperek ji cureya  Mistral li okyanosa Hindî heye. Em ê hîlîkopterek din ji cureya Mistral di meha Nîsanê de bişînin giravên Antilles û Guyan ji bo ku alîkariya kantonên li paş deryayan ên girêdayî Fransa bikin."

Macron di axaftina xwe banga `Yekitiyê` kir û got: "Dem ji nakokî û parçebûnê re ne guncew e."

Wezareta tenduristiyê ya Fransa îro ragihand ku hejmara haletên wefatên ji ber vîrûsa Korona li welêt gihatşiye hezar û 331 haletan û 25 hezar û 233 haletên vegirtina vîrûsê hatine belgekirin.

PUKmedia/Ajansan

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket