Silêmanî; Avahiyek ji zarokên vîrus vegirtî re saz kirin

kurdistani 12:34 PM - 2020-03-25
Silêmanî; Avahiyek ji zarokên vîrus vegirtî re saz kirin

Silêmanî; Avahiyek ji zarokên vîrus vegirtî re saz kirin

Li bajarê Silêmaniyê dest bi avakirina avahiyek ji zarokên vîrus vegirtî re kirin.

Ji bo rêgirtin ji belavbûna vîrusa COVID-19 rêvebiriya serperştiya civakî li bajarê Silêmaniyê dest bi avakirina avahiyeke taybet ji bo ew zarokên ku virusa Koronayê vegirtine û pêketine kir.

Îro roja çarşemê 25-3-2020`an, rêvebiriya Serpereştiya Civakî ya Silêmaniyê Omer Kolpî ji PUKmedia`yê re ragiahnd; Li Silêmanî avahiyeke taybet vi zarokên ku bi vîrusa Koronayê ketine û yên gumanbar bi hevrêziya li gel Rêxistina UNESCO yê hat tê ava kirin.

Kolpî di dirêjahiya daxuyaniya xwe de, aşkire kir ku ji ber pêketina zarokan bi vîrusa Koronayê û ji bo xwedîlêderketina li wan zarokên ku xwediyên wan dest jê berdin an jî li kolanan bimînin, ev avahiya wê wan zarokan li xwe bigre û bi xwedî bike ku wê di heyama yek hefteyê de bê ava kirin.

Hêjayî gotinê ye ku Wezareta Tenduristiya Herêma Kurdistanê  dabû ragiahndin ku 7 kesên ku bi vîrusa Koronayê ketine di nav wan de zarokên yek salî û heya 9 salî hebûn e.

PUKmedia-Ednan Caf

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket