Kobanî ji bo vîrusê hişyarî da

kurdistani 03:20 AM - 2020-03-24
Kobanî ji bo vîrusê hişyarî da

Kobanî ji bo vîrusê hişyarî da

Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Kobanî ji bo rêlêgirtina vîrusa Koronayê bang li xelkê kir ku pabendî rênimayan bin û tedbîrên rastî bistînin.

Kobanî derbarê belavbûna vîrusa Koronayê de bang li xelkê kir û hişyarî da ku vîrusa Koronayê li hemû cîhanê belav bûye û tekez kir tevî ku heta niha li navçeyên Rêveberiya Xweser ti tûşbûnek nehatiye tomarkirin, lê xetera wê vîrusê hîn jî berdewam e.
Amaje bi rêkarên Rêveberiya Xweser jî dike û dibêje, “pêwîste em hemû xwedî li wan tedbîran derkevin, piştgiriya wê bikin. Ji ber ku derfetên me kêm in, tedbîra herî mezin ji bo me ew e ku em xwe biparêzin.”

Mazlûm dibêje jî, “Pizîşkên me karmendên me yên tendirustiyê fermandarên me ne, em hemû xebatên wan silav dikiN û bang li hemû gelê xwe dikin ku guh bidin wan û em bi hev re fedakariyeke mezin bikin ji bo ku em nehêlin, ev vîrusa li herêmê belav bibe.”

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket