Li Misirê 19 kes ji ber vîrûsê mirin

kurdistani 03:12 AM - 2020-03-24
Li Misirê 19 kes ji ber vîrûsê mirin

Li Misirê 19 kes ji ber vîrûsê mirin

Wezareta Tenduristiyê ya Misirê ragihand ku hejmara kesên bi vîrûsa koronayê ketine gihişt 366 kesan û diyar kir ku 19 kes mirin.

Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Misirê Dr. Xalid Mucahid diyar kir ku 12 kesên bi vîrûsa koroanyê ketin, piştî hatin dermankirin ji nexweşxaneyê hatin derxistin, di nav de 10 biyanî bû û 2 misirî bûn.

Mucahid detnîşan kir ku heta roja îro (Duşmeê ) ji 96 kesan 68 kes rewşan wan baş bûne.

Xalid Mucahdi diyar kir ku 39 kesên nû ku vîrûs li ser wan hatiye dîtin, hatin tespîtkirin, piraniya wan misirî ne ku tev li kesên rewşa wan pozîtîf bû, bûn û nû hatine tesbîtkirin. Xalid anî ziman ku ji wan 5 kes mirin, yek ji wan hindî ye û yên din ji Misirê ne.

Mucahid got, rewşa hemû kesên di nexweşxanyên tecrîdkirî pozîtîf e û li gor şîretên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê tedawî dibin.

Mucahid bi bîr xist ku hejmara kesên bi vîrûsê ketine heta roja Duşemê gihişt 366 kesan, ji wan 68 hatin dermankirin û ji nexweşxanyê derketin û 19 mirin.

 
PUKmedia/Ajansan

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket