Urmiye; 395 kes bi Koronayê ketine 27 jiyan ji dest dan

kurdistani 06:16 PM - 2020-03-23
.

.

Li parêzgeha Urmiye ya Rojhilatê Kurdistanê ji asta 395 pêketiyên vîrusa (COVID-19 ) 27 kesan jiyan ji dest dane.

Di barê de, Îro roja duşemê 23-3-2020`an, Serokê zanîngeha parêzgeha Urmiye li Rojhilatê Kurdistanê ragihand; Ji ber nexweşiya vîrusa Koronayê 27 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Her weha ajansa Mihrê ya Êranê li ser zimanê serokê zanîngeha bijîşkî ya parêzgeha Urmiye Cewad Aqazade ragihand ku di Urmiye de 395 kes bi vîrusa Koranyê ketine ji wan 200 kes baş bûne û 27 kesan jî jiyan ji dest dane.

Aqazade di dirêjahî axiftinên xwe de amje bi wê kir ku li bajarê Urmiye 144 kes û li Bokanê 58 kes û li Mihabadê 24 kes û Şnoyê 23 kes û Serdeştê 8 kes û Pîranşarê 6 kes û Nexedeyê 17 kes bûn.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket