Tenduristî ya Silêmanî; 9 pêketiyên Koronayê baş bûn

kurdistani 05:41 PM - 2020-03-23
9 kes li Silêmanî ji vîrusa Koronayê baş bûn

9 kes li Silêmanî ji vîrusa Koronayê baş bûn

Li bajarê Silêmanî 9 kesên pêketiyên vîrusa Koronayê (COVID019) baş bûn.

Îro roja duşemê 23-3-2020`an, Rêvebirî ya Tenduristî ya Silêmanî başbûna rewşa tenduristî yê 9 pêketiyên vîrusa Koronayê ragihand.

Di wê barê de, Rêvebirê giştî yê tenduristî ya Silêmaniyê Dr. Sebah Hewramî ragihand; 9 pêketiyên nexweşî ya vîrusa Koronayê li Silêmanî piştî dermankirina wan bi tevayî baş bûne û wê vegerin bo malên xwe.

Bi vê 9 kesan hejmara ew kesên ku di nexweşxaneyên Silêmanî de rewşa wan a tenduristî yê baş bûne bû 22 kes ku vedigerin bo malên xwe piştî dermankirin û başbûna wan ji vîrusa Koronayê.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket