'Divê girtî tav bên berdan'

kurdistani 10:00 AM - 2020-03-22
'Divê girtî tav bên berdan'

'Divê girtî tav bên berdan'

20 saziyên demokratîk ên li Ewropayê kar dikin, xwestin ku girtiyên siyasî yên li Tirkiyeyê bên berdan.

Daxuyaniya saziyan wiha ye: "Girtîgeh ji ber şewba vîrûsa korona (Covîd-19) yek ji deverên sereke ye ku rîsk li ser heye. Girtiyên ku di demên asayî de jî ji derfetên paqijiyê bêpar dihatin hiştin, ji ber şewba Covîd-19 di nava metirsiyeke mezin de ne. Girtîgeh bi xwe 'pirsgirêkeke tenduristiyê' ne.
Pispor pêşniyar dikin ku li hemberî vê şewbê mirov danûstandinên bi hev re kêm bikin, li gorî pîvanên paqijiyê tevbigerin û li xwarin û vexwarina xwe baldar bin. Her wiha hikumet jî qedexe dikin ku mirov bi rengekî girseyî li hev kom bibin, lê belê li girtîgehan hîn jî bi sed hezaran girtî bi rengekî komî bi hev re dimînin. Ev rewş rîska mirinê ya li ser girtiyan zêde dike.

Li Tirkiye, Kurdistan û gelek welatên dinyayê rewş ji bo girtiyan metirsîdar in. Girtîgeh bi têra xwe dagirtî ne. Kapasîteya girtîgehên li Tirkiyeyê 300 hezar e û hejmara girtiyan a li girtîgehan ji kapasîteyê gelekî zêdetir e. Girtî bi dorvegerî radizên yan jî li erdê radizên. Ji ber ku cihên lê razanê û bikaranîn kêm e, rewşeke hîjyenîk jî nîne.

Li girtîgehên Tirkiyeyê 1343 girtiyên nexweş hene. Rewşa 344 ji wan giran e û tedawiya wan li girtîgehan nabe. Rîska li ser girtiyên nexweş li gorî ya li ser mirovên normal bi dehan qatî zêdetir e. Girtiyên ku pirsgirêkên wan ên tenduristiyê nehatine çareserkirin, derfetên xwe yên tenduristiyê nînin û li hucreyan tên hiştin, rîska koronayê ji bo wan gelekî zêdetir e."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku girtîgeh ji ber vîrûsa koronayê devera herî bi rîsk e û hate gotin, "Di demekê de ku dibistan ketine betlaneyê, meş, xwepêşandan, civîn, panel, konser, sînema û şano hatiye qedexekirin, sûk hatiye girtin eger li girtîgehan rewşeke neyînî bi serê girtiyan ve bê wê hikumet berpirsyar be.

Divê mirov metirsiya şewba vîrûsa koronayê ya li dijî mirovan bibînin û ji bo nebe sedema mirina girtiyan, divê di serî de girtiyên siyasî girtî hemû li her welatan tavilê bên berdan.

TSP (Platforma Dengê Girtiyan / Ewropa)
AvEG-Kon (Konfederasyona Koçberên Bindest li Ewropayê)
SKB (Yekîtiya Jinên Sosyalîst)
YS (Young Struggle)
ATİK (Konfederasyona Karkerên Tirkiyeyî li Ewropayê)
UPOTUDAK (Komîteya Piştgiriya bi Girtiyên Siyasî ya Navneteweyî)
ADHK (Konfederasyona Mafên Demokratîk li Ewropayê)
ADKH (Tevgera Jinan a Demokratîk li Ewropayê)
SYM (Socialist Youth Movement)
ADEF (Federaysona Yekîtiyên Dersimê ya Demokratîk li Ewropayê)
Cîhaneke jiyan lê pêkane
Alinterî-Ewropa
AGEB (Yekîtiya Kedkarên Koçber li Ewropayê)
Kolektîfa Mor-Kizil
PGİ-MLM (Însiyatîfa Ciwanên Partîzan - Marksîst-Lenînîst-Maoîst)
KCDK-E (Kongreya Civaka Kurd a Demokratîk li Ewropayê)
TJK-E (Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê)
Partiya Şoreşger - Ewropa
ÎnsiyatÎfa Komunên Demokrat ên Şoreşger li Ewropayê
Meclîsa Sirgûnên li Ewropayê (ASM)"

PUKmedia/Ajansan

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket