Korona li Ewropa zû belav dibe û tu rewşên nû li Çîna tune ne

kurdistani 09:38 AM - 2020-03-22
Korona li Ewropa zû belav dibe û tu rewşên nû li Çîna tune ne

Korona li Ewropa zû belav dibe û tu rewşên nû li Çîna tune ne

Têkildarî kesên bi vîrusê ketine serjimariya dawîn tomar kir ku 27749 kes pê ketine, 11422 kes mirine û 91986 kes rihet bûne.

Li Çînê ev çend rojin tu kes bi vîrus neketiye, lê hejmara kesên ji derveyî welat tên û diçin bi vîrusê ketine zêde dibe.

Wezareta Tenduristiyê ya Umanê 4 vegirt vîrusê tomar kirine, himara nexweşiyan gihaştiye 52 kesn ji wan 13 vegirt baş bûne, her wiha li Malaysia jî hejmara kesên bi vîrusê ketine gihaşt hezar û 183 kesan.
Singapore ragihand ku mêr û jineke xwedan pirsgirêkên tenduristiyê ji ber vîrusa Koronayê jiyana ji dest dane, li Thailand jî 89 kes bi vîrusê ketine.

Li Korya Başûr jî 147 kes bi vîrusê ketine û bi vê yekê 8799 vegirt hatine tomarkirin , Li Îtaliyayê roja înê bêhtirî 4 hezar kes jiyan ji dest da ku  di heyama 24 demjimêran de 627 kes pêketine.
Bi armanca pêşîlêgiritina belavbûna vîrusê hikumeta Urdinê(Jordan) qedexeya derketina derve heta demeke nediyar ragihand.
New York û Californiya jî ku wekî jêdera aboriya welatin hemû çalakiyên xwe yên nesereke sekinandin û kombûn qedexe kirin, li gel vê yekê her du biryar ji bo 60 milyon kesî derbasdare û wîlayeta New York,  Los Angeles û Silicon Valley jî digire nava xwe.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Desteya Tenduristiyê bi hevkariya peymangeha PEAS alava 30 çirkiyan de teşxîsa vîrusê bike, peyda kir.


PUKmedia/ Ajansan

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket