Rêvebiriya Rojavayê Newroz bi nameyekê pîroz kir

kurdistani 04:48 PM - 2020-03-20
.

.

Bi boneya hatina cejna Newrozê ku dikeve 21ê Avdarê ji her sal, û milletê kurd û hemû milletên Mezepotamyayê ahengan ji bo wê lidar dixin, em hemû milletê xwe bi vê cejnê pîroz dikin. Eger em wateya Newroz di berxwedan, Jiyan, û azadiyê de dibînin, em di heman demê de soza xwe bi şopandina li ser rêya dad, azadî û têkoşîna dijî sitemkarî û zordariyê ya ku vedigere hezarên salan nû dikin.
Milletê me yê ku ev cejin di dijwartirîn rewş û qonax de, û di bin zordestiya rêjîmên herî sitemkar lidar dixist û di hemû cureyên tirs û kuştinê re derbas dibû, îroj ji ber rewşa awarte ku mirovahî hemû tê re derbas dibe biryarê dide ku hemû rewşên ahengan ji bo Newrozê vê salê lidar nexe ta ku civînên mezin yên ademîzadan çênebin û êşa KORONA li deverên me belav nebe. Milletê me yê ku li gor berpirsyariyên xwe ye weke beşeke ji civaka navdewletî ye, saxlemiyê ji gerdûnê re dixwaze ta ku kareseta vê êşê derbas bike, û bi kêmtirîn ziyan û qurbanî jê xelas be.
Cejna Newrozê di demekê de ku gelê me li herêmên Rêveberiy Xweser ya Demuqratîk di ezmûneyeke azad û dimuqratîk re derbas dibe bi ser me de tê, ezmûneya ku bi xwîna keç û xortên xwe temîz kiriye, û li ser esasê biratiya gelan, jiyana hevbeş, dad, û wekheviya di erek û mafan de hatiye avakirin. Vê ezmûneyê li ser dirêjahiya salên bûrî tekez kir ku bi bingeh e û li ser biratiya di nav hemû pêkhateyan de ava bûye, ku hemû bi hev re ava dikin, berevaniyê dikin, û alîkariyê di kêf û şînê de bi hev re dikin. Pirojeya me wateya Newrozê di biratî, azadî, berevaniya dijmin, zordarî, û hovîtiya mîna ''Daiş' û hêzên dagirker û kuştin û koçkirinê û di serî de dewleta Tirk û komên wê yên çete werdigerîne.
Em di Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de bi vê boneya dîrokî tekeziyê li ser pêwistiya diyaloka di navbera gelê Sûrî xwe bi xwe de dikin, ta ku em sînorekî ji xwînrija xwîna Sûrî re deynin, em bighêjin dawiyekê ji vê qîranê re, welatê Sûrî û pêşeroja wê biparêzin û awayekî niştimanî ji çareseriyê re bibînin. Herweha em rejîma Sûrî vexwendî diyaloka biencam li ser esasê berjewendiya Sûrî û gelê wê, û destberdana ji nerînên bêkêr û kevin di dûrxistin û inkarê de dikin, ew nerînên ku sedema gihiştina Sûrî bo vê rewşê ji wendabûn û wêrankirinê bû.
Di dema ku em ji civaka navdewletî dixwazin ku bi erkê xwe bo rawestana êrîşa Tirkî û dagirkirina wê ji deverên me re, û rawestana kuştin û koçkirina miletê me ji hemû pêkhateyan rabe, di heman demê de em ji miletê xwe hêvî dikin ku asta têkoşîn û berxwedanê hildin ji bo berevaniyê di ber jiyan, erd, û rûmeta hemwelatiyan, û rê li pêş dagirkeriya Tirkî û teriyên wê ji bo pêkanîna armancên wê yên dagirkiriyê bigrin.
Li deverên rêveberiya Xweser a Demuqratîk wateyên newrozê li ser me tekez dike ku em têkoşîna xwe xurtir bikin, li ser rêbaza berxwedanê bimînin, û çareya berevaniya rewa bikin armanc, herweha xak û deverên ku Tirkî û çeteyên xwe dagir kiriye rêzgar bikin. Ji hemû miletê me bi hemû pêkhateyan tê xwestin ku xwedî li sazî û rêvebergehên Rêveberiyê ku xwîna xwe di ber de dane derkevin. Herweha weke eniyek gelêrî bi bingeh di riwê faşêst, inkar, dûrxistin, û hemû gefên hundirîn û derveyî li dijî rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê rawestin.
Ji hemû kesî tê xwestin ku di riwê zihniyeta faşist û inkarê, nepejirandina pirojeyên xweradestkirin û xwarina mafan, berevaniya di ber maf û hebûnê de rawestin. Herweha diyarkirina bêtirîn hezkirin û erêkirin ji bo pirojeya azadî û wekheviyê, pirojeya biratiya gelan û netewa demuqrat.
Cejna Newrozê li we pîroz be
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê
Eyn Îsa
20ê Avdarê 2020

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket