Yekemîn pêketî yê bi koronayê li Duhokê hat tomarkirin

kurdistani 12:19 PM - 2020-03-19
Yekem haleta tûşbûna bi koronayê li Duhokê hat tomarkirin

Yekem haleta tûşbûna bi koronayê li Duhokê hat tomarkirin

 Wezareta Tendirustî ya Herêma Kurdistanê ragihand; Yekemîn vegirtê bi vîrusa Koronayê li bajarê Duhokê hat tomarkirin.

Li gor daxuyaniya Wezareta Tendirustiyê, kesê ku li Duhokê tûşî vîrusê bûye, mêrekî 50 salî ye û ji Almanyayê vegeriyaye Herêma Kurdistanê.

Wezareta Tendirustiyê dibîje, di berdewamiya pişkinîn û lêgerîna li dû gumanlêkiriyan, pêketiyê vîrusa koronaya nû COVID-19 li bajarê Duhokê hat destnîşan kirin, ku mêrekî temen 50 salî ye û ji welatê Almanyayê vegeriyaye, hejmara tûşbûyên vîrusa Koronayê li Herêmê gihêşte 40 kesan ku 29 kes li Silêmaniyê, 9 kes li Hewlêrê, li her yek ji Helebçe û Duhokê jî kesek tûşî vê vîrusê bûne.

Wezareta Tendirustî ya Herêma Kurdistanê û aliyên peywendîdar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaz ji hemwelatiyan dikin, ku pabendî rênima yên tendirustî yên taybet bi rûbirûbûna Koronayê bin û di dema pêwîst de peywendiyê bi hêla telefonê ya 122 bikin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket