Li Lîbyayê 129 çeteyên sûrî hatin kuştin û dewleta Tirk hîn jî dişîne

kurdistani 12:14 PM - 2020-03-19
Li Lîbyayê 129 çeteyên sûrî hatin kuştin û dewleta Tirk hîn jî dişîne

Li Lîbyayê 129 çeteyên sûrî hatin kuştin û dewleta Tirk hîn jî dişîne

Di encama şerê li paytexta Lîbyayê de 129 çeteyên sûrî yên ku dewleta Tirk şandine, hatin kuştin û di heman demê de dewleta Tirk hê jî proseya şandina bi darê zorê li hundirê Tirkiyê dide meşandin.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) diyar kir ku di encama operasyona leşkerî ya li Lîbyayê de hejmara çeteyên sûrî yên ku hatine kuştin, bû 129.

SOHR`ê piştrast kir ku çeteyên hatine kuştin ên Lîwa El-Mutesim, Firqet Sultan Murad,  Seqir El-Şemal, Hemzat û Silêman Şah in û di encama operasyonên li eniyên Hey taxa Selah El-Dîn a başûrê Terablusê, eniya Remla a nêzî balafirgeha Terablusê û eniya Meşrû Hedebê, her wiha şerê Misrata û herêmên din ên li Lîbyayê de hatine kuştin.
Di heman çarçoveyê de SOHR’ê ragihand ku hejmara kesên tev li artêşê bûne, li gorî hejmara Tirkiyê diyar kiriye ku ji 6 hezar çete zêdetir bûye,jiber wê mûçeyên çeteyên sûrî yên ku şandine şerê li Lîbyayê kêm kirine.

Di demên derbasbûyî de hejmara çeteyên ku gihaştine paytexta Lîbyayê Terablusê heta niha gihaştiye 4 hezar û 750 çeteyan, di heman demê de hejmara çeteyên li Tirkiyê tev li perwerdeyê dibin jî gihaştiye hezar û 900 çeteyî.

PUKmeedia/Ajansan

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket