Li Fransa û Îtalayayê bîlançoya vîrûsa Koronayê zêde dibe

kurdistani 10:13 AM - 2020-03-19
Li Fransa û Îtalayayê bîlançoya vîrûsa Koronayê zêde dibe

Li Fransa û Îtalayayê bîlançoya vîrûsa Koronayê zêde dibe

Li Fransayê di nava 24 demjimêrên dawî de 89 kesan ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest dan,ev bilanço di nava rojekê de bûyera herî giran e, hejmara kesên ku heta niha bi vîrûsê mirine gihişt 264 kesan.

Rêveberê Saziya Giştî yê Tenduristiyê Jerome Salomon di civîneke çapemeniyê de ragihand ku hejmara kesên bi vîrûsê ketine di roja sêşemê de 7 hezar û 730 bû û roja çareşmê gihişt 9 hezar û 134 kesan ku di nava 24 demjimêran de ji sedî 18 zêde bû, destnîşan kir ku rewşa 931 kesan xeterin û di bin kontrolê de ne.

Li Îtalyayê jî Parastina Sivîl ragihand ku di nava 24 seatên dawî de li welat 475 kesan jiyana xwe ji dest dan. Ev bilanço li welatekê di nava rojekê de bûyera herî giran e. Amaje bi wê yekê hat kirin ku li Îtalyayê heta niha 3 hezar kes jiber vîrûsê jiyana xwe ji dest dane.

PUKmedia /Ajansan

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket